Serok Barzanî Cejna Remezanê Pîroz Kir

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Cejna Remezanê peyameke pîrozbahîyê ragihand. Barzanî, di peyama pîrozbahîyê de, cejna hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û xwest ku, cejn bibe hinceta bilindkirina yekrêzîya hemû alîyên siyasî yên Kurdistanê.

Peyama Cejna Remezanê Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina Cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û ta’et û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê ji hemû misilmanan wergirtibê‌ û ev cejin bibê cihê xêr û xweşî û bi destxistina zêdetirê hêvî û armancên gelê me û Kurdistan jî bikevê qonaxeke dinê avadankirin û binyadnan û pêşxistina giyana birayetî û tebayî û pêkve jiyan û bi destxistina mafên destûriyan û derbaskirina hemû pirs û gîr û giriftan û çespandina Iraqekî Federal û demokrat.

Gelê me li ber tehediyatekî mezin daye ku pêwîstî bi wê yekê dike yekrêziya xwe ne ku her biparêzîn belku pêşvetir jî bibîn û hemû hêz û aliyê siyasiyan jî li gor berpirsiyariya neteweyiya xwe rû bi rûyê wan tehediyatan bibin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29 Remezan 1432 Koçî
29 Tebax(Ab) 2011 Zayînî

Advertisements