Hemîd Derwîş:” Rola Tirkiyeyê di Sûriyeyê de keyslêanîn e”

Nûçexane – Sekretêrê Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî ya li Sûriyeyê Ebdul Hemîd Derwîş da zanîn ku desthilata Sûriyeyê bi hilbijartina rêya çareseriyê ya bi hêzên ewlekariyê şaşiyeke mezin dike ku berê welat jî dide ber bi qonaxeke tirsnak ve. Derwîş got ku, lê tevî vê yekê jî em çek di rûyê desthilatê de hilnagirin.

Derwîş di dirêjahiya axaftina xwe de, dibêje: “Şerê navxweyî tiştekî tirsnak e û wêranker e û miletê Sûriyeyê miletekî têgihiştî û ronakbîr e, qet nakeve vê dafika tirsnak“.

Rêzdar Ebdul Hemîd Derwîş di hevdîtina xwe ya li gel Rojnama ‘Şerq El-Ewset’ de, li ser gelek Pirsên giring şirove û nirxandinên xwe anîye ziman ku bi rûdawên îro yên Sûriyeyê ve girêdayî ne.Derwîş di hevdîtinê de li ser rola Tirkiyeyê jî boçûna xwe anî ziman û siyaseta Tirkiyeyê li ser rewşa Sûrîyeyê wek keyslêanînê bi nav kir. Jêder: Pukmedia

Advertisements