Gallery

Osman Baydemîr: Xwînrijandin Çare Be Werin Min Bikujin

Nûçexane – Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, beşdarî mîtinga ‘Roja Aştiya Cîhanê 1ê Îlonê’ bû axaftinek kir. Baydemîr xwest, ji bo aştiyê muzakereyên bi Ocalan re dewam bikin û wiha got: “Ji Birêz Serokwezîr Erdogan, Kiliçdaroglu û Bahçelî re dibêjim; ger kuştin, xwîn rijandin çareserî be, werin xwîna min birijînin, werin min bikujin.”

Ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Qada Stasyonê ya Diyarbekirê, ji aliyê saziyên sivîl ve mitîngek hate lidarxistin. Parlamenterên BDP’ê Gültan Kişanak, Demir Çelik, Ayla Akat û şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir jî tevli mitîngê bûn. Parlamenterê Mûşê Demir Çelik, diyar kir ku rojek dê gerîla û leşker ji bo aştiyê li hev bên û dê bibin yek. Piştî Çelik, birayê leşkerek ku li leşkeriyê hatiye kuştin û dayika gerîlayan derketin ser dikê û daxwaza aştiyê kirin.

Piştre şaredar Baydemir derkete ser dikê û bi kurdî, tirkî axivî. Baydemir, bang li gelê tirk kir û got ku ev welat ji aliyê kurd û tirkan ve hatiye avakirin û wiha axivî:

“Kurd û tirkan ev welat bi hev re ava kirin. Bi hev re bedel dan. Lê piştî avakirina komarê kurd hatin înkarkirin, rastî asîmilasyonê hatin, rastî tecawizê hatin, erdnîgariya me hate bombebarankirin. Ger ev zilma li kurdan li tirkan hatiba kirin, tirk hemû dê derketana serê çiyê. ”
mitingaastiye
Osman Baydemir, bal kişand ku ji Şêx Seîd heta Seyîd Riza, ji Mazlum Dogan heta Vedat Aydin kurdan bedelên gelek mezin dane û tu caran dê dev ji azadiya xwe bernedin.

Baydemîr, wiha berdewam kir: “Ji Birêz Serokwezîr Erdogan, Kiliçdaroglu û Bahçelî re dibêjim; ger kuştin, xwîn rijandin çareserî be, werin xwîna min birijînin, werin min bikujin.”

Piştre Parlamentera BDP’ê ya Sêrtê Gültan Kişanak axivî û xwest di navbera kurd û tirkan de aştiyeke bi rûmet pêk bê. Maşallah Dekak / AKnews

Advertisements