Bombebarana Îranê hişt ku xelkê herêmê ji cihê xwe bar bike

Nûçexane – Şerê navbera supayê Îranê û PKKê, li gundên Milê Zerê û Zelê berdewam e. Xelkên gundê Wêze yê bi ser bajaroka Çoman ve ji tirsa teqe û destdirêjîya supayê Îranê deverên xwe bi cih hêlan.


Jêderekî ewledarîyê ku nexwestîye navê xwe eşkere bike, ji PNA re ragihand, ku evroj serê sibehê li herdu gundên Milê Zerê û Zelê li binara çîyayê Qanddîlê, supayê Îranê êrîşa çekdarên PKK kirin, evê êvarê jî şerê navbere herdu alîyan xurtir bûye.

Weha jî got, gundê Milê Zerê( ya ku bi du KM dekeve hundirê axa herêma kurdistanê) ji encam êrîşkirineka heremekîya bombebarankirina Îranê, şînîyên wê û yên Zelê malê milkên xwe bi cih hêlan e.

Her evî jêderî weha jî da nîşandan, ku supayê Îranê ji gelîya Koke ya ku dikeve navbera binara çîyayê Qanddîlê û gundê Wêze vekşîyan, ku ev devera han jî bi dûrbûna yek km dikeve nav axa herêma kurdistanê.

Ji alîyekî din ve hevwelatî, Mamend Hacî, xelkê gundê Wêzeya Çoman ji PNA re ragihand, ku ” ji ber êrîşên supayê Îranê, niha em deverê bi cih dihêlin, ji ber ku eve çend carin bi zarakî ji me re hatîye gotin, ku ji bo selametîya gîyanê we baştire hûn evê deverê bi cih bihêlin.

Her evî hevwelatî weha jî got, heta niha hêzên supayê Îranê bi çekê sivik destdirêjîya yekserî li pez û şivanên ewan kirin e. PNA

Advertisements