Aside

Nûçexane – Hêzên Îranê yên ku ev demeke li ser sinorê navçeya Serdeşt bicih bûne, di encama gulereşanê de kasibkarekî Kurd kuştin.

Li gor malpera Rojhilattimes, bûyer şeva 02.09.2011an çêbûye. Dema hinek kasibkarên Kurd bi karê qeçaxçîtiyê ve mijûl bûn, ji aliyê hêzên Komara Îslamiya Îranê ve gûle li wan tê reşandin. Ji ber wê sedemê jî kasibkarek Kurd yê bi navê Hûsên Derwêşî (37) tê kuştin. Derwêşî ji gundê Qelereşê yê navçeya Humlî ya girêdayî Serdeştê  ye û bavê 3 zarokan bû.

Herwiha berî 27 salan birayek din ê Hûsên Derwêşî li gundê Qelereşê ji aliyê hêzên Komara Îslamiya Îranê ve hatibû kuştin. Rûdaw

Hêzên Îranê Kasibkarekî (Qaçaxçî) Kurd Kuşt

Advertisements