Ji 6 hezar bazirganên Herêma Kurdistanê tenê 150 jin in

Nûçexane – Berpirsê ragihandina Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Kurdistanê Bextyar Mela Ehmed, ragihand ku heta niha bêhtirî 6 hezar bazirgan li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê li ba yekîtiya wan hatine nivîsandin. Ehmed eşkere kir ku, ji wan bazirganan 150 jin in ku 100 ji wan li parêzgeha Silêmaniyê û 50 jî li parêzgehên din in.

Berpirsê ragihandina Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Kurdistanê Bextyar Mela Ehmed got jî, “Berê pirsgirêka amûrê kontrola curî hebû, dema bazirganekî her kelûpelek bi navê xwe li Herêma Kurdistanê tomar kiribane, gelek hêsan bû kelûpela wek wê sexte bîne nav herêmê, lê niha ew pirsgirêk nemaye ji ber kontrol li ser sînor heye.”

Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Kurdistanê di sala 2007an de bi awayekî fermî hat ragihandin û berî wê şaxekî Yekîtiya Hawirde û Nardinkarên Iraqê bû. AKnews

Advertisements