Kovara Lenset: Di 8 salan de li Iraqê 12 hezar û 84 kes hatin kuştin

Nûçexane – Di lêkolîna ku di kovara bijîşkî  ya Birîtanyayê `Lenset` de hatiye çapkirin de, tê ragihandin ku li Îraqê, di encama çalakîyên terorîstî yên ji sala 2003 heta 2010an de 12 hezar û 84 mirov hatine kuştin.

Li gor hesabê bijîşkan 75 selef ji van kuştîyan mêr in. her wiha li gor vê lêkolînê, di van êrîşan de bêhtir welatîyên sivîl hatine kuştin. Ji sala 2003 heta 2010an tenê 200 leşkerên koalîsyonê hatine kuştin.

Bijîşk dibêjin ku derfeta dermankirnê wek li ba leşkerên koalîsyonê heye li ba welatîyên Îraqê tune ye. Kovara `Lenset` destnîşan dike, ku di vê qonaxê de bêhtirî hezar êrîşên terorîstî qewêmîne.

Advertisements