CHAK: Şer Rawestînin Agirbestê Pêk Bînin!

Nûçexane – Rêxistina CHAK Kurdocide Watch ji bo rawestindina şerê navbera şervanên Kurd û hêzên artêşa Tirkiyeyê ji partiyên HAK-PAR, KADEP, BDP, CHP û AKPê re name şand. CHAKê ji wan partîyan xwest ku, agirbestan bê îlankirin û qonaxa hevdîtin, xebata amadekirina yasaya bingehîn bê kirin û pirsgirka Kurd bi rêyên aştî û diyalogê bê çareserkirin.

Banga CHAK ê ji rêvebirên partiyan re:

Bi munasebeta Cejna Ramazanê û Roja Aştiyê li Cîhanê, nameyek taybetî ji rêvebirên partiyên kurd û turka re hate şandin. Nameya ku ji navenda CHAK ê ji serokê giştî û endamên komîteya karger yê partiyên HAK-PAR, KADEP, BDP, CHP û AKP re hatiye şandin de, bala partiyan dikşîne ser rewşa dawî li welêt, bilindbûna şerê çekdarî û neteweperestê, bomberankirin û mirina kesan, koçberkirina xelkê û bandora bombeyan li xweza û karê xelkê kir. CHAK ê ji wan xwest ku, agirbestan bê îlankirin û qonaxa hevdîtin, xebata amadekirina yasaya bingehîn bê kirin û pirsgirka Kurd bi rêyên aştî û diyalogê bê çareserkirin.

CHAK ê dezgeha mafê mirovan-AI Turkiyê û rêvebirên medyayê jî nameyên taybetî şandin. Ji wan hate xwestin ku, li ser pirsê gavên erênî bavêjin û pirs bi rêyên demokratîk bê çareserkirin.

CHAK Dokumentation Center & http://www.kurdocidewatch.net/

Advertisements