Gallery

“Tu leşkerên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê tune ne”

Nûçexane – Ajanasa Reutersê ji zarê çend çavkaniyên kurd belav kiriye ku bêtirî 1300 leşkerên Tirkiyeyê di nav axa Herêma Kurdistanê de hene, Peyvdarê Hêzên Parastina Herêmê jî vê yek red dike.

 

Li gorî nûçeya Reutersê, piraniya wan leşkeran li navçeya Bamernê ya bi ser parêzgeha Duhokê bicih bûne, her wiha gelek zirpoş, bomb û kelûpelên şerî digel wan hene.

Berpirsekî kurd ku nexwest navê wî were aşkerekirin ji Reutersê re ragihandiye ku ew leşker bi şev û roj di erkê xwe de ne û çavdêriya rewşa navçeyên dikin, lê xelkê navçeyê ji hebûna wan leşkeran dilgiranin, ji ber niha Tirkiye êrîş dike ser navçeyên sînorî.

Li hember de, Peyvdarê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji AKnewsê re ragihand, “Diviyabû ew kesê daxuyanî daye navê wî were aşkerekirin, ji ber kesên ku dikarin li ser wê mijarê daxuyaniyan bidin, Wezîrê Pêşmerge Şêx Caefer û Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî ne, em jî pişta xwe bi axaftina kesekî ku navê xwe aşkere nake, girê nadin.”

Yawer ew nûçe derewand û wiha da zanîn, “Tiştekî wiha li herêmê tune ye, ji ber vêya, tiştê ku hebûna wê nebe, em axaftinê li ser nakin, ti leşkerekî Tirkiyeyê jî li Herêma Kurdistanê tune ye.” (AKnews)

Advertisements