Barzanî diçe serdana Îranê

Nûçexane – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Umer, ragehand ku biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di demeke nêzîk û maqûl de serdana Komara Îslamî ya Îranê bike.

Di vê derbarê de nazim Umer ji Ajansa ÎRNA re got: ‘’Biryar bû Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî meha Remezanê serdana Îranê bike, lê ji ber koça dawî ya dayika wî ew serdan hat paşxistin. Tê çaverêkirin ew serdana Barzanî di demeke nêzîk û wextekî maqûl de bê emcam dan.’’

Derbarê qebareya şandin û anîna alavên bazirganî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de jî Nazim Umer wiha axifî: ‘’Bi giştî pêşbîniya me ji bo îsal ew e ku ger sînor aram bin, qebareya anîn û şandina alavên bazirganî di navbera me de dighe di ser 5 milyar dolaran re.’’ Rûdaw

Advertisements