Gallery

Demîrtaş hişyariya şerê heremî da Îran û Tirkiyeyê

Nûçexane – Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahatîn Demîrtaş di gotara xwe ya 2.Kongreya Asayî ya BDPê ku ligel Gulten Kişanak wek hevserok hate hilbijartinde de, hişyariya wê çendê da ku egera wê çendê heye operasyona bejayî ya ku Îran û Tirkiyeyê pev re jê re plan danîne, bibe sedema peydabûna şerekî herêmî.

Demîrtaş di gotara xwe de ragihand ku BDPê ji parlamentoya Tirkiyeyê nareve û tenê beşdarî civînan nabe û hêj şert û mercên bo vegera wan peyda nebûne û got:

“PKKê di encama siyasetên çewt yên dewletê çûye ser çê ne ku ji ber BDPê. Operasyonên li derveyî sinor nabin çareserî, operasyona bejayî ya ku Tirkiye û Îranê pev re plan jê re dariştine, keminek e, eger Tirkiye bikeve vê kemînê dê bikeve nav şerekî herêmî. Pêwîst e Tirkiyeyê hewla çaresçerkirina pirsa kurdî bide, vê pirsê yekcarî çareser bike.Tirkiyeya ku bi kurdên xwe re li hev bike dê bibe pêşengê demokrasî û aştiyê di herêmê de. Lê Tirkiye li şûna ku vê armancê bi dest bixe, digel Îran û Sûriyeyê ketiye bazariyên nehênî, dixwaze kurdan ji nav bibe. Ev polîtîka dê bibe sedema têkçûnê wan.”

Hevserokên KCDê Ahmet Turk, Aysel Tûglûk, Serokê KADEPê Şerafetîn Elçî, Serokê ODPê Alper Taş, Cîgirê Serokê CHPê Mehmet Zekî Gûndûz, birêveberên HAK-PARê, Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, Nûnerê YNKê li Enqere Behroz Gelalî jî beşdarî kongreyê bûbûn. AKnews

Advertisements