Bahoz Erdal: Kurdistan ne Srî Lanka ye, HPG jî ne Tamîl e

Nûçexane – Fermandarê Hêza Parastina Gel (HPG) Bahoz Erdal ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û got; “”Xulam û alîgirên AKP-ê bila lêhûrbûna xwe ya li ser rêbaza Srî Lanka berdewam bikin, em jî li ser modêla Vîetnamê disekinin. Hêzên me yên gerîlla ne modela Vîetnamê, modela Kurdistanê diafirînin. Di nava pêvajoyê de ewê pir baş bibînin ku Kurdistan ne Srî Lanka ye, gerîllayên HPG-ê jî ne pilingên Tamîl in.”

Bahoz Erdal ragihand ku ew bi qasî ji aşitiyê re amade ne, ewqas jî ji her demê zêdetir ji şerekî berfireh re amade ne wiha axivî; “Em bi qasî li Bakûr li Başûr jî amade ne. Gelek caran êrişê Başûrê Kurdistanê kirin, lê di her carekê de derbeyên giran xwarin û bi awayekî bê encam paş de vegeriyan. Mînaka vê ya herî li ber çav operasyona Zapê ye.”

Fermandarê HPG-ê Bahoz Erdal, derbarê pêvajoyê de ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku Elmanya weşanê dike re axivî. Erdal di heypeyvîna xwe ya îro de, daxuyaniyên girîng dan û ji şer û pevçûnan hikûmeta AKP-ê berpirsiyar dibîne û tîne ziman ku hikûmeta AKP-ê ji sala 2002-an û vir ve pîlana tesfiyekirinê gav bi gav dide meşandin.

Erdal dibêje ku herî dawî bi çalakiya Farqînê ew ketine pêvajoyeke nû û wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ‘’Bi vê pêvajoyê pêvajoya berxwedana li dijî pîlana tesfiyekirin û teslîmgirtinê bi awayekî din dest pê kir. Ji ber ku êdî tehamula gel û gerîlla nemaye. Em bi qasî li Bakûr li Başûr jî amade ne. Gelek caran êrişê Başûrê Kurdistanê kirin, lê di her carekê de derbeyên giran xwarin û bi awayekî bê encam paş de vegeriyan. Mînaka vê ya herî li ber çav operasyona Zapê ye.”

Bahoz Erdal, operasyonên siyasî, eskerî û tecrîda giran a li Îmraliyê tê meşandin bibîr dixe û dibêje; ‘’Evna hemû nişan dide ku li hemberî gelê Kurd şerekî topyekûn hatiye destpêkirin, ev jî bi destê Tayip Erdogan tê meşandin.’’

Derbarê şerekî bejayî yê derveyî sînor ku di rojeva Tirkiyê de ye jî Erdal nerînên xwe wiha tîne ziman: “Artêşa Tirk ber bi herêmên Parastina Medya ve dajon an jî najon ew zanin. Em bi qasî ku ji aştiyê re amade ne, ji şerekî pir dijwar û berfireh re jî, ji her demê bêhtir amade ne. Bi qasî ku li Bakûr amade ne, hêzên me li Başûr jî amade ne. Berê jî gelek caran êrîşî axa Başûr kirine, lê hertim darbeyên ji yên berê girantir xwarine û vegeriyane. Êdî mehkûmê wendakirinê bûne. Şerê Zapê mînaka herî dawî ye. Lê wek pêlewanê têkçûyî, dikarin dîsa xwe biceribînin.”

Bahoz Erdal destnîşan kir ku ew xwedî tecrubeya şerê 28 salan e û ji bo niqaşên li ser rêbaza şerê li Srî Lanka jî mînaka Vietnamê da û axaftina xwe wiha qedand: “Xulam û alîgirên AKP’ê bila lêhûrbûna xwe ya li ser rêbaza Srî Lanka berdewam bikin, em jî li ser modêla Vîetnamê disekinin. Hêzên me yên gerîlla ne modela Vîetnamê, modela Kurdistanê diafirînin. Di nava pêvajoyê de ewê pir baş bibînin ku Kurdistan ne Srî Lanka ye, gerîllayên HPG-ê jî ne pilingên Tamîl in.” (ANF)

Advertisements