Gallery

Barzanî: Bila PKK û PJAK bi rêya aştîyane têbikoşin

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di konferansa ku ji bo nûnerên derveyî welat ên hikûmeta herêma Kurdistanê hate lidarxistin de gotarek pêşkeş kir. Barzanî, di gotara xwe de bal kişand ser şerê navbera PKK û PJAKê yê bi Îran û Tirkiyeyê re û got: ‘Em piştevanîya şerê PJAK û PKK nakin û bila bi aştîyane daxwaza mafê xwe bikin, ez nahêlim şerê Kurd û Kurdan çêbibe’.

Tevahîya Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku bi rêya malpera Serokatîya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên birêz bi xêrhatina we hemû aliyek dikim û xwe jî bi bextewer dizanim ku beşdarî li yekem Konferansa Nûnerên Herêma Kurdistanê yên li derve dikim. Eve yekemîn konferanse û ev demeke dirêje bi niyaza sazkirina vê konferansê bûyîn, lê belê hel û merc hemû carê rêk nediket. Bêguman eve civîneke gelek girînge û hêvîdarim konferansekî serkeftî bê û hûn rêzdar jî bikarin îş û karên xwe rêk û pêktir bikin û dest li ser xalên lawaz deynin bo ku li vê demê de çawa hengavan bavêjîn.

Pêkhatina guhertinên mezin

Erkê weye zêdetir pêwendiyên xwe li gel dostên gelê me kurtir bikin û baştir pirsa gelê me bi derve binasênin û dostên zêdetir ji bo gelê me peyda bikin. Dizanim eve karekî ne asane, lê belê ne mehale jî, bi taybetî li hel û merca îro da ku gelek ji dostên gelê me hatine pêş û girîngiya Kurdistanê û ehemiyeta Kurdistanê û wan pêwendiyan dizanin. Delîl jî ji bo eve eweye ku nêzîkî 20 Konsolgerî û Nivîsîngeha Balyozxaneyan heye û roj jî tûne hejmarek kompanya neyin Kurdistanê bo ku veberhênanê bikin. Eve jî nîşana wê yekê ye ku em hejmareke girîngîn li hevsengiya rojhilata navîn. Bêguman erkê nûnerên şoreşê berê gelek sexttir bû, ji ber ku ne kes hebû guh bigrê, tenê îş û karê wan ewe bû bikarin keseke bi bawer bînin û guh li karesatên neteweya Kurd bigrê. Ez bi xwe yek ji wan kesan bûm dibe ku gelek car min sefer kiriye gelek memnun dibûm eger senatorek an jî cîgirek yan Wezîrek amade bibûya li xwaringehek me bidîta û guh li pirsgirêkên me bigrê ku çend xelkê me şehîd bûye û çi li ser me da hatiye. Me eve bi tiştekî gelek girîng dizanî. Bêguman guhertinek mezin li ser rewşê da hatiye ji ber wê erkê we erkekî pîroze û daxwaza serkeftinê ji bo we dixwazim û ez bawerim ku hun ji bo vê emanetê kêmasî nakin, ji ber ku hikum li ser Herêm û gel û li ser xebata gelê Kurdistanê û şehîdên me li rêya we dibê û hêvîdarim hun bikarin nûnerayetiyeke raste rasta gelê xwe bin.

Pirsa me pirseke rewaye

Pirsa me pirseke rewaye, li bîra mine li salên hezar û neh sed û şêstan şandekî Brîtanî hatibû bi navê Kil Biragin bû ku bi zincîrek gotar gelek yarmetiya me jî kir ku çû got pirsa we pirseke gelek rewaye, lê belê we nekariye an jî we nezaniye bergiriyê lê bikin û an jî bi derve binasênin. Renge her du alî jî bê her wekî ku min behs kir kes amade nebû li wê serdemê ji ber berjewendiya xwe û siyaseta cîhanî ku siyasetekî gelek zalimane bû hemû piştevanê dîktatoran bû û dijî mîlletan û hêvî û mafê mîlletan bû. Renge wekî ku pêwîstî jî me nezanî bê û ew şiyana me jî nebê, an jî got divê hun li rêya nûner û dostên we yên xelkê Ewrûpa û derve û Emerîka rastiya rewşa we bizanin. Niha spas ji bo xweda me wê qonaxê derbaskir, qonaxa pêştir ewe bû, em nasnameya neteweya xwe biparêzîn êdî bi her nirxek bû bê. Niha qonaxa avadankirin û pêşxistin û parastina wan destkeftane. Divê em herdem bîr li wê yekê bikîn berev pêşve biçîn nabê bîr li wê yekê bikîn berev paşve vegerîn bi her çi awa û nirxek bê, hêvîdarim li vê konferansê de hun bigihin biryarên gelek rêk û pêk û tenzîma îş û karê nûnerên me li derve û dest li ser xalê lawazan deynin, bi tekez kêmasî heye lê belê ez bawerim li vê konferansê wan hemû kêmasiyan çareser bikin.

Niha Herêma Kurdistanê rewşeke erêniya xwe heye

Li vir jî dixwazim sûd li vê derfetê werbigrim û behs li rewşa hundir û navçeyê bikim bo ku hûn jî agahdar bibin. Niha li Herêma Kurdistanê rewşeke erênî heye. Hun bi xwe jî dizanin berî demekî hinek pirs hebû xwepêşandan û hevrikî hebû xweşbextane têkilîkirina li gel vê rewşê bi awayeke hekîmane hate kirin. Em hemû birayê hevdûne û kurê yek malîne û eger me nêrînên cûda jî hebê tiştekî asayiye lê belê spas ji bo xweda Kurd carekî din îspat kir li demên teng da jî me girifta navxweyî hebê lê belê li encam bi awayeke aqilane dikarîn jê derbas bibîn. Vê carê jî negihişte asta wê yekê ku wekî welatên din bibê dijminayetî. Tiştekî gelek asayiye nêrînên cûda li nav hizban da hebê. Birastî li Herêma Kurdistanê rewş cûdaye. Hilbijartin hate encam dan û sîstema fireh hizbiye. Heta radeyeke mezin azadî û damezrandinên şer’î heye ku li rêya xelk tê hilbijartin. Ji bo wê yekê têkilî kirina li gel vê rewşê çi ji aliyê hevrikan an jî desthilatê ve dibê hevkariyeke aqilane û hestkirina bi berpirsiyarêtiyê ve bê.

Li bernameya çaksaziyê de paşvekêşiyê nakîn

Wekî ku min behs kir niha keş û hewayeke baş heye, berî çend rojek me çend biryarek derxist ez bawerim Hikûmet dest bi cîh bi cîhkirina wan kiriye û cîh bi cîh jî dike. Eve jî bi cîddiye ku em naxwazin bi tu awayek rewşa nav Herêma Kurdistanê têk biçê û bawer jî bikin ku têk naçê. Em li parastina azadî û demokrasiya li vî welatî da paşve nakêşîn û bi hemû awayekî jî bergiriyê li damezrawên şer’î ya li vî welatî dikîn.

Bernameya me ya çaksaziyê jî bernameyeke cîddiye û ji wê jî paşve nakêşîn û cîh bi cîh dikîn. Neku çaksazî bi tenê belku ji bo paşarojê sîstemekî wiha datînin ku şaşiyên berê dûbare nebê an jî ewê jêra têgotin gendelî carekî din cihê xwe li nav damezrawên Hikûmetê da peyda neke. Eve gelek girîngtire ji wê yekê ku niha çareser bikîn. Divê em çareseriya wê yekê bikîn ew nemînê û li paşarojê jî dûbare nebê.

Bi şer ev pirs çareser nabê

Babetekî din jî dixwazim balbikşînim li ser vê rewşa aloza li ser tixûbên Herêma Kurdistanê ya li gel welatê Tirkiye û Îran. Me gelek pê nexweşe şer û pêkdadan li navbera PJAK û Îran û PKK û Tirkiyê da heye. Me gelek hewl da bo ku bigihîn çareseriyeke aştiyê bo ku bi tu awayekî şer rû nede. Heta radeyek gihîştîn encameke dilxweşker jî, lê belê ji nişka ve ev rewş hemû guherî. Baweriya me wiha ye bi şer ev mesele çareser nabê ne Kurd dikarin bi şer tiştek bi dest bînin ne ew dewlet dikarin bi topxane û firokeyê çareseriya vê pirsê bikin. Em li gel mafê mîlletê Kurdîn û ez bi eşkere dibêjim. Lê belê ne li gel wê yekêne bi rêya şer û kuştin wan mafan bi dest bînin. Ji ber ku bi dest nayê. Em piştgîriyê li PKK û PJAK nakîn bo ku şer bikin û bi şer van mafan bi destbînin. Lê belê em piştgiriya wan dikîn ku bi aştî daxwaza mafê xwe bikîn. Kurd li hemû parçeyên din li şûna ku bi RPG û kelaşnîkof şer bikin ku mumkîne berî 20 sal neçar bûyîn wekî mîlletek dest bidîn çek û şer bikîn. Bila îro li Parlemen û li Enqerê û li nav Parlemen şerê xwe bikin ku gelek bi bandortir dibê û destkeftên zêdetir jî bi dest tînin. Bêguman me gelek pê nexweşe hinek car xelkê me dibê qurbaniya wî şerî û şerekî nexwastî ku li bingehê de dûr û nêzîk pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve tûne. Em piştgîrî nakîn û piştgîrî wê topbaran û bombebaranê jî nakîn û bi tundî şermezariya kuştina xelkê xwe dikîn û ne piştgîrî li wê yekê jî dikîn tu hizbekî Kurdî bi şer hewl bide mafê xwe bi dest bîne. Ji ber ku zemanê şer nemaye û li cîhanê ne meqbule tu biçî bibêjî bi şer mafê xwe bi dest tînim. Renge gelek kes bibêjin bo çi dema xwe helwesta me tund bû li destpêka rûxana rejîma be’es ji ber ku helwesta Tirkiye wê demê helwestekî din bû helwesta Tirkiye ewe bû em diçîne Kurdistanê Pêşmerge çek dikîn û Kurdistanê wiha lê dikîn. Bêguman wê demê û niha jî dibêjîn ew siyasete bê divê li ser cenazeyên me da bên. Lê belê eger pirs li gel PKK bê bêguman em bixwazin nexwazin hinek ji peşkên vê pirsê me jî digrê. Eve babetekî dine, me hewl daye bi aştî ev mesele bê çareser kirin û dema ji Tirkiye û Îran dipirsîn ji bo çi Herêma me û gundên me bombebaran û topbaran dikin? dibêjin me tu pirsgirêk li gel Herêma Kurdistanê û yasayên we tûne. Lê belê em nikarîn eve qebul bikîn xelkek ji nav axa Herêma Kurdistanê ve bê serbaz û pasdar û xelkê me bikujê û vegerê nav axa Herêma we, yan divê ev kiryar nemîne yaxud hêza Herêm li ser sînor bê yan em neçarîn bergirî li xwe bikîn. Eve axaftina wane. Dema bi PKK û PJAK re dibêjîn mura’ata rewşa Herêmê bikin mixabin mura’ata rewşa Herêmê nakin. Eve rastiyeke divê hemû xelkê Herêmê bizanin û hûn jî bizanin. Li vir de em miwercîn û gelek miwercîn ji aliyek fî’len wekî dû dewlet ku jêra dibêjî, dibêje fermo eve sînora xwe bigrin me tu pirsgirêk tûne. Girtina sînûr em hêz bişînin renge ew pirseke wiha dirûst bikin bibê şerê Kurd û Kurd, min di dema xwe jî ku Serokayetiya Herêmê qebul kir bawer bikin sedema herî serekî ewe bû bermayên şerê xwekujiyê nehêlim û carekî din şerê Kurd û Kurd nebê, ku tu pasawekî bo nebê. Ji ber wê eve nabê, li gel cenabê Serok Mam Celal jî mijulîn li gel Îran û Tirkiye û PKK û PJAK jî bigihîn çareseriyek ku şer nemîne. Eger li vir de serkeftî bîn, bêguman xizmetekî gelek mezin bi Herêm û xelkê Kurdistanê û xelkê Îran û Tirkiye jî digihînîn. Eger li vir da serneketîn birastî dibêjim em nabîne beşek ji vê şerê û wê demê biryareke din didîn ku çawa xelkê Herêmê biparêzîn an jî ziyan kêmtir bibê. Mijar bi vî awayiye, em ne li gel vî şerî ne û li gel heqê Kurdîn, lê belê divê bi aştî daxwaz bikîn, Şûna şerê tifeng û şerê RPG, bila biçin li nav Parlemen şerê xwe bikin. Eve şîret û axaftina meye, ku ez bawerim bi bandortir jî dibê. Pêwîstî bi wê yekê nake şîroveyeke din li ser bê dayîn û ne tu kes muzayede bike û renge gelek kes jî bi atîfe bipeyvin, eve rastiya siyasiyeta meye û rastiya helwesta meye jî.

Mijule rewşa Iraqê berev takrewiyê diçe

Li gel Bexda nikarim bibêjim nakokiyên me tûne, piştî ku Kurd roleke girîng li pêkanîna Hikûmeta niha ya Iraqê da dît, berî wê gelek rêkkeftin li navbera me de hebû, lê belê piştî ku Hikûmeta Bexda pêkhat her wekî ku ewê wan rêkkeftinan nebin, mijule dîsa rewş berev hukimraniya takrewiyê diçê, em naxwazin tu pirseke wiha bimîne ku neyê çareser kirin, meseleya maddeya 140 meseleyeke gelek mezine ji bo navçeyên veqetandî. Me ji bo wê yekê qebul kir li gel Iraqê bimînîn û me deng bi destûrê da. Ji ber ku yek ji şakarên wê destûrê maddeya 140 û rêya çareseriyê ji bo navçeyên veqetandî hatiye danan. Niha eve bête piştguh xistin û îhmal kirin zemen vê pirsê çareser nake, çareseriya vê pirsê çaresere, ev pirs neyê çareser kirin herdem qabîlê teqînêye. Em naxwazin eve dûbare bibê, em dixwazin ev rewş bête çareser kirin bi wî awayê ku li destûrê da hatiye destnîşankirin. Ji bilî wê jî gelek pirsên din heye, ji wan neft û xaz û Pêşmerge û federaliyet, ji ber ku gelek carên wiha heye bîhna ewe jê tê ku li federaliyetê jî li ber me bibin. Her wekî ku ewê tecrubeya Iraqê ji bîr çûbê li demek da zemanê hukma dîktatoriyê li dinyayê da nemaye. Paşê were li Iraqê li vê zirufê da ku pirsa navxweya Iraq yekcar mezine û qul û ciddî ne jî, lê belê sebaret bi pirsa Herêmê madem ev destûr heye û heta Iraq girêdayî vê destûrê be em pirseke mezin nabînîn. Eger ew destur bê bi cîhkirin me tu pirsgirêk nabê, em wekî Kurdistan ne beşekîn ji gengeşeya eşîriya Iraqê ku eve pirseke bingehîn û mezine li Iraqê. Paşê divê gelek kes eve bizanê meseleya me ne zorîne û kêmîne ye li Parlemen. Ji ber ku em neteweyê duyemîn li Iraq û Iraq ji du neteweyên serekî pêkhatiye. Eve rastiya meseleyê ye, eger wiha ji bîr bikin hemû car biçin li Parlemen deng bidin bi tekez em herdem zerer dikîn. Lê belê ewê ku pêwendî bi Herêmê ve heye li destûrê jî da hatiye qanûna Herêmê dixwe. Me li meseleyên serweriyê da pirs tûne. Bi kurtî me tu pirsgirêk tûne eger îltîzam bi destûrê bêkirin. Ji ber wê biryar hatiye dayîn li çend rojên pêşde şandekî Herêma Kurdistanê bi Serokayetiya Kak Berhem Serokê Encûmena Wezîran serdana Bexda bike, bo ku gelek bi ciddî wan meseleyan behs bikin û wan 19 xalên berî pêkanîna Hikûmetê ku li ser rêkketibuyîn hemû bînin pêş û bizanin çend hatine bi cîh kirin û kijan nehatiye bi cîhkirin. Vê carê bi ciddiye, divê têbigihîn li Bexda ku gelo girêdayî destura Iraqê dibin û rêkkeftinên ku me kirine bi cîh dikin yan nakin. Wê demê em jî xelkê Kurdistanê agahdar dikîn ji encaman û li her biryarek ku pêwîst bê bi şêwirîna li gel aliyên pêwendîdaran biryarê didîn.

Iraq hê jî pêwîstî bi hêzên Emerîkayê heye

Meseleyekî din meseleya mayîna hêzên Emerîkaye, bi tekez bi nêrîna me mayîna hêzên Emerîka li Iraq hê jî pêwîste. Hemû hêzên Iraqê jî dema bi du qolî rudinin heman nêrîna xwe heye. Lê belê ku diçine ber mîkrofonê bi awayeke din dipeyvin û muzayede li ser hevdû dikin. Ez bawerim bi nemana hêzên Emerîka li Iraq sedema şerê navxo û destêwerdana derekî û pirsa eşîrî zêde dibê. Ji bo wê yekê hebûna hêzên Emerîka li welat êdî bi her nav û nîşanek bê hê jî Iraq pêwîstî pê heye. Ji ber ku eslen ku Emerîka hate Iraqê jî hêza Emerîka li Kurdistanê nebuye û me pêwîstî jî pê nebuye. Lê belê eger dewleta Iraqê bixwazê, hê jî ne hêza emniya Iraqê ew hêze ku bikare ewlehiya Iraqê biparêze, ne artêşa Iraqê ew artêşe ku bikarê sînorê Iraqê biparêzê, ji xwe hêza asîmaniya Iraqê jî her hîç, ji ber wê dewletek ne artêş hebê sînora erdî û deryayî û asîmaniya xwe biparêzê, hêza ewlehiya xwe nebê xelkê xwe biparêzê. Başe hêza Emerîkî li vir bû nekarîn bikin êdî ew nemînê her xeraptir dibê. Em ji ber rewşa Iraqê, bêguman raya me eşkereye û em bawerin bila rêkeftinek li navbera Iraq û Emerîka bê kirin. Bi mercek siyade û berjewendiya Iraqê li ber çav bigrê, ne ku wekî dagîrker, li gor rêkkeftinek ku çawa dikarin yarmetiya hêzên Iraqê bidin heta ku bikarin bigihin astekî ku mîllet û xelkê Iraqê li her êrîşek da biparêzin. Eger ew rêkkeftin hate kirin, çi li ber Kurdistanê bikevê em amadene. Eger rêkkeftin jî nekirin, divê ew bi xwe bersîva xelkê Iraqê bidin. Ew tehemula wê berpirsiyariyê dikin.

Birastî ev xal bûn min bi pêwîstî zanî ji bo we behs bikim. Careke din bi xêrhatina we hemû aliyek dikim û daxwaza serkeftina we dikim û gelek spas.

Advertisements