Behtirî Hezar Hepsî Revîyan

Nûçexane – Di encama êrîşeke çekdarî de, hate ragihandin ku, ji girtîgeheke Komara Demokratîk a Kongoyê bêhtirî hezar hepsî revîyane. Tê gotin, di nav mehkûmên revîyane de, rêberê milîtanên li herêma Maî Maî rêxistî Gedeon Kyungu Mutanga jî heye û ev jî gumana polîtîkbûna vê êrîşê derdixe pêş.


Li gor zanyarîyên bi dest ketine, bûyera ku li girtîgeheke paytext Lumbaşîyê rû daye, ji alîyê çend kesên serpûşkirî yên ku bi ser girtîgehê de girtine ve pêk hatîye.

Li gor agahîyên Wezîrê Enformasyonê yê eyaleta Katanagayê Dkianga Kazadî, dane ajansa nûçeyan AFPê, 8 kesên serpûşkirî bi ser beşa rêbirîyê ya girtîgehê de girtine û piştî bêbandorkirina parêzvanên girtîgehê, rê li ber reva bêhtirî hezar girtîyên li girtîgehê vekirine.

Kazadî radigihîne ku, 2 karmendên girtîgehê jî bi guleyên êrîşkaran mirine û piştî reva girtîyan operasyoneke berfireh dane destpêkirin ku, di encamê de 150 mehkûmên revîyayî jî nû ve hatine desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, rêxistina Maî Maî demeke dirêje têkoşîna xwe li rojhilatê welat berdewam dike û rêberê milîtanên li herêma Maî Maî rêxistî Gedeon Kyungu Mutanga jî ji sala 2009an ve piştî ku hatibû desteserkirin li girtîhê hatibû bicihkirin. Kurdî: Nûçexane

Advertisements