Gallery

Îran Çalakvanên Kurd Dîsa Îdam Dike

Nûçexane – Jêderên Kurdên rojhelat û opozisyona Îranê bi giştî, radigihînin ku dibe girtiyekî Kurd yê din jî li Îranê li zîndana Gewherdeştê Kerecê hatibe bidarvekirin.

Çalakvanên mafên mirovan li rojhelatê Kurdistanê ragehandin ku girtiyekî Kurd yê bi navê Îsmaîl Kurmanc roja şemiyê 28-01-2012`an piştî ku ew veguhestine zîndana Êvîn ya Tehranê, hatiye bidarvekirin.

Li gor zanyariyên ku hatine dayîn jî, Îsmaîl Kurmanc çalakvanekî Kurd temenê wî 30 salî bûye û nêzîk şeş salan e di zîndana Gewherdeşt ya Kerecê de dihat girtin.

Ji bilî çalakvanê Kurd Îsmaîl Kirmanc jî, gumah heye ku hin çalakvanên Kurd yên din jî bi dizî hatibin bidarvekirin, tevî ku piraniya wan nehatine tawanbarkirin.

Jêder: NNS roj

Advertisements