Gallery

Îran: Tirkiye ji bo li Sûriyê pirsgirêkê derxe ji Qeterê pere girt

Nûçexane – Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Îranê yê Olî Ayetullah Hamaney General Yahya Rahîm Safevî, diyar kir ku Tirkiye ji bo li Suriyê pirsgirêkan derxîne ji Qeterê bi mîlyaran dolar pere girtine.

Şêwirmendê Leşkerî yê Rêberê Îranê yê Olî Ayetullah Hamaney General Yahya Rahîm Safevî daxuyanî da ajansa Farsê û rexneyên giran li Tirkiye û hin welatên ereban kirin. Safevî da zanîn ku DYA ji bo berjewendiyên xwe erk dane van welatan û wiha got: “DYA ji bo geşedanên ku li herêmê pêk tên li gorî berjewendiyên wê be, rol daye Tirkiye, Erebîstana Suudî û Qeterê. Li gorî hin raporan rêvebiriya Qatarê ji bo li Suriyê pirsgirêkan derxînin bi mîlyaran dolar daye Tirkiyeyê.”

Safevî herî dawî destnîşan kir ku di demên pêş de ev polîtîkayên ku ji aliyê Tirkiye û hin welatên ereban ku li hemberî Suriyê tê meşandin dê ji bo van welatan jî bibe pirsgirêk. Rûdaw

Advertisements