Gallery

Şerafettîn Elçî, di destûrê de mafê xwebirêvebirinê xwest

XNûçexane – Serokê Giştî yê KADEPê û Parlamenterê Amedê Şerafettin Elçi xwest ku di destûra nû ya Tirkiyeyê de nasnameya kurdî, perwerdeya kurdî û xwe bi xwe birêvebirina gelê kurd cih bigre.

image

 

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) Şerafettin Elçi, nêrînên partiya xwe yên derbarê destûra nû de pêşkêşî Komîsyona Lihevhatina Destûrê kir. Piştî civînê li ser pirsên rojnamegeran Elçi got, wî pêşniyar kiriye kesên ku li Tirkiyeyê ne tirk in, divê di her war û her mijarê de bi tirkan re wekhev bin û derfeta bikaranîna mafên xwe hebe û wiha pêde çû: “Ev yek bi destûreke azad, piralî û beşdar dibe. Destûrên heta niha rola bicihanîna armancên desthilatdaran pêk anîne. Destûrên wiha totalîter û zexteker in. Em dixwazin destûr li gorî dema nû be.”

Parlamenterê Amedê Şerafettin Elçi pêkanînên ku kurdan razî bikin jî wiha rêz kirin, “Divê nasnameya kurdan bê naskirin û têkeve bin garantiya destûrê, di her war û qada perwerdeyê de zimanê kurdî bê bikaranîn, kurd li herêmên xwe bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin û çi bi navê kurd çi bi navê Kurdistanê, divê di warên siyasî û civakî de kurd bikaribin rêxistinan damezrînin.”

Serokê Giştî yê KADEPê wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê bi hinceta ewlehiyê azadî tên binpêkirin û divê azadiya raman û xwe-îfadekirinê bi awayekî fireh hebe. Min got, ji ber fikrên cihê yên di nava komîsyon û Parlamentoyê de tirsa min heye ku lihevhatin nebe. Fikrên ku bi dema me re tu eleqeya wan nîn e tên vegotin.” Elçî li ser pirsa gelo derbarê tarîfa “hemwelatî” ku divê di destûrê de cih bigre jî got: “Hemwelatî, pêwendiya hiqûqî û siyasî ya navbera dewlet û welatî de diyar dike. Bi awayê ‘Welatiya Komara Tirkiyeyê’ be kêşe dernakeve.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements