Gallery

Talebanî ji Barzanî re nameya spasîyê şand

Nûçexane – Serokkomarê Iraqê rêzdar Celal Talebanî, piştî vegera xwe ya ji Almaniyeyê ku bi mebesta pişkinîna tendirûstiya xwe çû bû, bi hinceta serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî li rewş û tendirûstiya wî pirsî bû nameyeke spasiyê ji şand.

Ev jî deqa wê nameyê ye:

Serokê Herêma Kurdistanê

Rêzdar û bira hêja mamoste Mesûd Barzan

Silaveke gerim bereketa Xweda ji bo we

Bi dilekeî gerim û hestên kûr yên xweşhalbûnê, ji ber neştergeriya min ya serkeftî li Almaniyayê, min peywendiya we ya li rewşa min pirsînê ya biratiyê girt, ji bo wê yekê, ez spasiya we dikim û ez ji nû ve soz û peymanê didim ku em ê liser rêbazên ku me ji xebatên salane re yên tekoşîna avakirina azadî û xêr û xweşiya ji gelê xwe re da bû nîşan kirin, em her berdewam bin.

Ji Xwedayê mezin daxwz cansaxî û serkeftina herdemî ji te re dikim

Ligel rêz û pêzanînê

Birayê we

Celal Talebanî

Serokkomarê Iraqê

Jêder: PUKmedia

Advertisements