Gallery

Dr. Berhem: Dem dema yekxistina mala Kurd e

Nûçexane – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, bi daxuyaniyekê  ji ajansa Frans Presê re, ragehandiye, angaşta (îdî`a) ku Hikûmeta Herêmê wê xwe bixe nav qeyrana siyasî a niha li Êraqê yan di nav hevrikiyên Sunî`yan û Şî`yan, redkiriye.

Serokê Hikumetê got:”Rewşa Êraqê metirsîdare û berve qeyraneke mezin de diçe, bê guman bandora xwe li ser rewşa Kurdistanê jî dike. Kurd nikare çarenûsa xwe bi gîrûgirftên Suniyan-Şî`eyan ku li Êraq de heye girêde.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev jî ragehand û got:”Dem dema yekxistina nav mala Kurdaye, ji bo ku em bikarin destkeftên xwe yê hevbeş biparêzin û xewnên xwe bi cî bînin. Pêwîst em hewlên xwe bikin yek ji bo pêşgirtina li pêşiya her hevrikiyekê.”

Hejayî gotinê ye di 19/12/2012`an de Êraq kete qeyraneke siyasî ya mezin ew jî piştî tawankirina cigirê Serokkomar bi karên terorîstî. Haşimî cext dike ku kêşe ne siyasî, tayîfiye. Kurdî: Xendan.org

Advertisements