Gallery

Qedexeya Ser Eşkerekirina Belgeyên Komkujiya Dersîmê Rabû

Nûçexane – Belgeyên derbarê komkujiya Dêrsimê yên ku di arşîva Serokwezîrtiya Tirkiyeyê de ne tên eşkerekirin. Hate ragihandin ku di demeke nêzîk de belge wê ji bo lêkolînê ji raya giştî re bên vekirin.

image

Belgeyên Komara Tirkiyê yên derbarê komkujiya Dêrsimê de yek bi yek tên eşkerekirin. Serokwezîrtiya Tirkiyeyê biryar da ku qedexeya li ser belgeyên arşîva Serokwezîrtiyê bê rakirin. Serfermandariya Artêşa Tirk jî ragihandibû ku lêkolîn li ser belgeyan didom in û wê di nava demeke kurt de bên eşkerekirin.

Li aliyê din belgeyek derket holê ku Waliyê Dêrsimê Abdullah Alpdogan ku di heman demê de berpirs û kordînatorê komkujiyê bû, dinivîse ku fermana komkujiyê Serokomarê Tirkiyeyê daye ku di wê demê de Mustafa Kemal serokomar e.

Herwiha gelek belge nîşan didin ku, piştî komkujiya Dêrsimê, kesên beşdarî komkujiyê bûne bi hezaran madalyayan hatine xelatdarkirin. Meraşal Fevzi Çakmak xwestiye ku madalya di nava qutiyên taybet de bi balefiran ji fermandar û berpirsan re bên şandin. Di destpêkê de 5 hezar madalya tên belavkirin. Dema ku ev têr nakin, hezar û 500 madalyayên din jî tên çêkirin.

Komara Tirkiyeyê, di salên 1937-38 de bi armanca qirkirinê êrişê kurdên elewî yên Dêrsimê dike. Artêşa Tirkiyeyê bi amadekariya salan ji bejahî û bi balefiran êriş dike ser gelê herêmê û li gorî daneyên resmî 20 hezar kes, li gorî çavkaniyên serbixwe jî 50 hezar kurd di wê komkujiyê de hatin kuştin û yên mane jî sirgunê bajarên rojava û bakurê Tirkiyeyê hatin kirin.

Komkujî heta salên dawî ji raya giştî dihate veşartin, lê sala borî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi awayeke resmî bi navê dewletê lêborîn xwest û eşkere kir ku dê belge bên eşkerekirin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements