Gallery

Senîre Encu: Kurê Xwe Nafiroşim Dewletê

Nûçexane – Dayika Selam Encuyê ku bi 34 gundiyên karwanî re li Roboskîyê bi bombebarana F-16yên Tirkiyeyê hatibû qetilkirin Senîre Encu, ji Serokwezîrê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan re nameyek şand. Encu di nameyê de da zanîn ku, ew 123 hezar lîreyê bedêla xwînê naxwazin û got; ‘Kurê min ê bifiroşim dewletê tune ye’.

Senîre Encu di nameya ku ji serokwezîr re şandiye re wiha dibêje: “Kurê min ji bo karê ku xeyala wê dikir dest bixe du salan çû dersxaneyê. Kurê min tim dixwest bibe endezyarê avahîsaziyê. Û ew mir… Ji bo karibe pirtûkên KPSS (Nîşe: Ezmûna giştî ya ji bo ketina karê dewletê ye.) bistîne çûbû qaçaxê. Piştî bûyerê çûm heta sînor, hê jî Heron li hewayê bûn. Hemû parçe parçe bûbûn. Recep Tayyîp Erdogan, te gotiye ezê pere ji we re bişînim. Ez perê te naxwazim. Ez qatilên kurê xwe dixwazim. Tenê daxwaza min ji te ev e. Kurê min ê ku bifiroşim dewletê tune ye. Dewlet trîlyonekê bide min bi qasî neynûka kurê min nayê.”

Her wiha hate zanîn ku, dema hevjîna serokwezîr Emîne Erdogan û heyeta pê re here serdana malbatên qurbanîyan wê malbat ji bo protestoyê ji malên xwe dernekevin. Kurdî: Nûçexane

Advertisements