Gallery

Adalet Bicih Neyê Wê Koçî Kurdistana Başûr Bikin

Nûçexane – Komkûjiya Roboskîyê ku ev 37 roj in bi ser qetilkirina 34 ciwanên kurd de derbas bûye, hê jî berpirsên wê nehatine sizakirin û malbatên qurbanîyan li benda pêkanîna adaletê ne.Malbat niha amadekariya koçkirina başûrê Kurdistanê dikin.

Li gor nûçeya rojnameya tirkî Milliyetê, malbatên qurbanîyan ku li 3 gundên nêzî sînor cîwarbûyîne bang li Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kirine ku zû berpirsan derxe holê û wan siza bike.

Gundî dibêjin, em perê xwînê naxwazin û heger serokwezîr di demeke nêz de adaletê pêk neyîne me biryar daye ku, em hersê gund jî koçî başûrê Kurdistanê bikin. Her wiha malbatan daye zanîn ku, ew ê ji bo pêkanîna adaletê heta Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê jî herin û têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin.

Advertisements