Gallery

Dr. Musa Kaval: Naskirina Mafên Kurdan Wê Aramî û îstiqrarê Bîne

Nûçexane – (Dr. Musa Kaval – Gotar)

ÇARESERIYA PIRSA KURDI Û GIRINGIYA JEOPOLITIKA KURDISTANÊ JIBO EWROPA DI REWŞA ENDAMITIYA TIRKIYE DE .

Di destpêkê de, jibo rohnkirina vî babetî, pêwîst dibînim bi kurtî, bal  bikêşim li  ser têkiliyên Tirkiye û Ewropa. 

Tirkiye li 31 07.1959 daxwaza  tikêldarî ( association)  bo Civata Aboriya Ewrope ( European Economic Community-EEC,  ku niho bûye Yekitiya Ewropa (EU) kiribû. Di wê demê de, ji bist û heft dewletên iro  Yekitaiya Ewropa ji wan  pêk dihêt, bes   şeş  endam hebûn. Ev daxaz, di sala 1963 de hate qebulkirin.   Li 14. 04 . 1987 serokkomarê Tirkiye yê wê demê, Turgut ÖZAL bi resmî daxwaza endamîtiya Civata Aboriya Ewropa kir û ji hingê û hêve Tikiye  li benda endamîtiyê dimîne.

Lê di heman salê de, (18.06.1987) Parlementa ewropa, ji bo ku Tirkiye bikarît  bibit endam , biryarnameyek  derxist (European Parlament Resolution No. C 190) û  di wê de çend mercên giring dana ber Tirkiye .  Ji wanan  yek naskirina  qirkirina (genocide) Erminiyane , ya din jî naskirina mafên kêmnetewane. Gerçi di vê biryarnameyê de, gelê kurd ne hatiye binavkirin lê armanc ji kêmnetewan bi taybetî  gelê kurd e, lewma kurd netewa duyemîne li Tirkiye.

Li 10.12. 1999 Yekitiya ewropa bi resmî, Tirkiye wek navmizad (candidate) qebulkiriye. Pêvajoya  danustandinan li ser endamîtitiya Tirkiye  li 03.10. 2005 ê  destpêkiriye. Ji ber vê yekê mirov dikare bêjît ku pirsa mafên gelê kurd li Tirkiye, ji sala 1963 ê û hêvê bûye pirsek  ewropî jî.

Ji ber bireki sedeman, çi endamîtiya Tirkiye bête qebulkirin çi ne, têkilî  di navbera Tirkiye û Ewropa de, dê her xurtbin û berdewambin. Eger Tirkiye ne bîte endam jî,  têkiliyên  hevkariyek (partnerşip)  xurt, dê herhebin. Jixwe hejmarek ji Dewletên ewropî  wek Fransa vî curê  hevkariyê dixwazin.  Herwesan ji ber endamîtiya Tirkiye bo Konseya Ewropa, bo NATO û ji ber  hejmarek mezin ji peymanên siyasî, candi, aborî, nexasima  peymana yekkirina  gumrikî  ( 06.03. 1995), têkiliyên Tirkiye- Ewrope dê  her berdewm û qahim bin.

Jibilî têkilîyên siyasî, birekî têkiliyên  din wek yên tarixî û curafî, ( ji dema osmaniyan ve beşek ji curafiya Tirkiye  li Ewropa  ye) Tirkiye  û Ewropa pêkve girêdidin. Bila ne hête ji birkirin ku iro dora 4 milyon û nîv heta 5 milyonan  ji xelkê Tirkiye li Ewropa bi cihbûne. Dora du milyonan jî wan bûyine hemwelatên eropî. Herwesan dora 140000 şirketan li Eropa, xudanên wan bi eslê xwe ji Tirkiye ne.

Pêwiste amace bi hête kirin bi hebûna hejmarek giring ji gelê kurd  li Ewropa.  Gerçi statestîkên resmî di destê me de nînin, lê mirov dikare texmîn bike ku milyonek û dused hizar, heta milyonek û nîv kurd, li welatên Ewropa  dijîn û beşek mezin jiwan bûyine hemwelatiyên ewropî.

Ji aliyek din ve, bi dehîn hizaran ji xelkê ewropî jî  li rojava Tirkiye  nexasime li ser kenarên Deriya  Reş û Deriya Sipî , erd û xanî kirîne û xwe  binecihkirîne. Herwesan bi hizaran şirketên ewropî li Tirkiye bicihbûyine, yan bi şireketên Tirkiye re hevkarin. Ji ber van sedeman û pir binasên  din ( faktor)  Tirkiye û Ewropa ji hev na hêne qetandin. Dibe ku di hind rewşên temenkin (muweqet)  de têkiliyên wan  di qunaxên bizehmet de derbazbibin lê ev yeke wan ji hev na veqetînît.

Giringiya  jeopilitik û jeostrateijiya Kurdistanê ji bo Yekitiya Ewropa.

Ewropa  û Emrika Tirkiye ji bo xwe wek hevbendek stratijî  û  giring dibînin,  lewma Tirkye deriyê rojhelete  ji bo Ewropa û pireye di navbera Ewropa û Asya de , di navbera Ewropa û Dunya Islamî de. Giringiya Tirkiye jibo Ewropa bi taybetî hem   jeopolîtîke hem   jeositratejîke.

Lê ev giringiye ji ber du hereman heye  yek ji wan  li rojava Tikiye heye û ew deryayiye, ya din jî li rojhela Tirkiye heye ew jî dêmîne. (bi saya curafiya bejî) , eve  jî bes li Kurdistanê ye.

Jiber giringîtiya  jeostratîjiya Kurdistanê, herweku em dê li jêr bibînin, çiqas têkilî  di navbera Tirkiye  û YE de xurt bibîn hind giringiya Gelê Kurd û Kurdistanê jibo Ewropa xurtir û mezntir dibît.

 a. Giringiya jeostratiya rojavaya Tirkiye
Giringititiya vê herêmê, di çarçoveya deravên Çenekele û Istanbulê de heye. Ew  ji du  boriyan ( bogaz)  ku bi Türk bogazleri di hên bi navkirin,  çêbûyine. Yek Boriyê Çanekale ye ku Deriya Spî bi Deriya Ege û   Marmare ve girêdidet, yê din jî Boriyê Istanbulê yê ku  Deriya Mamare bi Deriya Reş ve  girêdidet. Bikurtî giringiya van Boriyan berîtiye ji pêkvegirêdana Deriyayên Sipî, Ege,  Marmare û Reş . Giringitîya din ku dêmiye ji Kurdistana  peyda dibît.
 b. Giringiya jeopolitik û jeostratijîya Kurdistanê.

Curê din yê girinigiya jeopolîtîk û jeositratejiya ya Tirkiye  ji rewşa  dêmin (bejî) dihêt

 Ka bila  em li ser vê yekê picekê bisekinîn gelo bingeha wê  ji kêve dihêt û kûrîtiya wê çiye?

Herweku me li jor got : dihête gotin ku Tirkiye deriyê Ewropa ye ji bo Asya û pireye di navbera Ewropa û Dunya Îslamî de. Bi vê yekê, bi rastî,  giringiyek  mezin heye.

Lê  ev giringîtî  û ev derî û pire di rastiyê de, yên Kurdistanê ne . Eger em  vê rastiyê tazîbikin  û lê wê binêrin, lewheyek taze û cuda  dihête bercavên me.

Li Tikiye du gelên sereke hene  di hundurê herduyan de kêmnetewên çandi, dînî û etnîkî hene. Li rojava Tikiye, bi pirani çand û zimanê zikmakî yê tirkî hakime, li rohelatê, bi piranî çanda zimanê zikmakî yê  kurdî hakime. Corafiya ku gelê kurd  di wê de dijît dikevîte di navbea gelê tirk  û Asyayê û Dunya Îslamî de.

Di rewşa  endamîtiya Tirkiye jibo Yekîtiya Ewropa de, ev pir û ev deriye di Kurdistanê re derbaz dibin.  Eger Tirkiye bibîte endamê Yekîtiya Ewropa Tixubên nû yê Ewropa  bi dirêjiya pirtir ji 1700 Km di Kurdistanê re derbaz dibin. Ev tuxub ji Qawqasya destpêdikin heta Mesopotamya.  Piştî endamîtiya Tirkiye bo Yekîtiya Ewropa, pênc Dewlet, bi riya Kurdsistanê dibin cîran : Erministan, Azerbêjan, Iran, Iraq û Surya. Hêjayî gtonê ye ku li vî alî û li wî aliyê tuxuban gelê kurd dijît.

Bi saya Kurdistanê pir derî vedibîn : beşek ji wan  rê li ber  qewqasiya û Asya Merkezî vedikin ; beşek li ber  Îranê heta diçîte Pakistan, Afganistan û Hindistanê  vedikin; beşek din li ber welatên Ereban û   kendavê  vedikin.

 Herweku gelê kurd yeke ji çar netewên sereke  yên Rojhelata navîn û di merkezê vê heremê de ye, giringiya  curafiya Kurdistanê û ya gelê kurd  ji bo Ewropa  û Emrîka herwesan jibo gelên herema Rojhelata navîn  pir mezine. Gelê kurd îro  hem li dostitî û birayîtiya gelên heremê digerhît hem jî nasnameya xwe, azadiya xwe, û carenusiya  xwe di parêzît. Ji ber vê yekê ew bûye aktorek goring yê siyasî û têkiliyên nevdeletî. Di dema were de rola wî dê hêj mezintir û giringtir bibit.

Piştî ku Tirkiye bûye endamê Konseya Ewropa ( li 1949) û  bûye navmizad  bo endamîtiya Yekitiya Ewropa, pirsa kurd  li vî welatî, bûye pirseke siyasî ya Ewropa jî.

 Ji ber vê yekê pêwiste ku  Ewropa çewan pirsên gelên  ewropî bo xwe  wek pirsên siyasî û demokrsiyê dihesibînît, pirsa Kurdî jî wesan bibînit. Çewan çareseriyên demokratik jibo wan pirsan hatin dîtin wesan jibo pirsa gelê kurd jî bihête dîtin.  Naskirina mafên gelê katalan li Ispanya, gelê Îrlandî li Ingiltera Mezin û gelê Fileman li Belçîka  numuneyên hêjayine di vî derbarî de.

Herweku me li jor got eger Tirkiye nebîte endamê YE jî , dîsan  têkiliyên taybetî yên siyasî, aborî candî û civakî di nabvera Ewropa û Tirkiye de, dê  xurt û berdewambin. Bêguman naskirina mafên hevbeş  yên gelê kurd , li Rojhelata navîn bi riya aştiyê û demoqrasiyê dê bibe sedemê aramî û îstiqrarek mazin di heremê de û dê tuxubên rojhelatî yên Ewropa  aramtir bikin. Her wesan gelê kurd dikarît bibit aktorek mezin jibo demokrasiyê û li dijê  çalakî,  bîrûbawerî  û bizavên şidet xwaz û dijdemokratîk.

Hindî ku mafên gelê kurd  di çarcuveyek firehtir de bêne naskirin, hind dê rola Kurdan jibo îstîqrar û belavkirina demokrasiyê û mafên mirovan, mafên kêmnetewên dînî û etnîkî, xurtir bibît.

Iro Kurdistana federal, numoneyek ber bicave. Bi saya azadiya Kurdistanê,  aştî, aramî û îstiqrar di vê herema hesas de ku di navbera Tikiye, Iran û Suryê de ye musugerbûyine.  Herwesan pêşveçûyinên aborî û ticarî di bercewendiyên gelên herêmê de  jibo herkesê diyarin û maf , nasnameyên kêmnetewên dînî û etnîkî bes li Kurdistanê bi awayek berfireh dihêne paraztin. AKNEWS

Advertisements