Gallery

Dr. Resûl: Îlankirina Kurdistanê Mafê Kurdan e, Ne Kufir e!

Nûçexane – Endamê Fraksyona Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Dr. Seîd Resûl diyar kir ku li gel kurd her hewl didin nakokiyên nava Iraqê çareser bikin jî erebên Iraqê ji bo kurdan pirsgirêkan derdixin û got: “Mafê kurdan jî heye wek neteweyên din bibin xwedî dewleteke serbixwe û îlankîrina vê ne kufir e.”

Endamê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê Dr. Seîd Resûl, derbarê gotinên hin aliyên ereban ên evan demên dawî de yên derbarê ragihandina dewleta Kurdistanê de, ji rojnameya Rudaw a herêma Kurdistanê re got: “Kurd bi destûra Iraqê û yekîtiya xaka Iraqê ve girêdayî ne. Ger zemîn ji bo damezrandina dewleta kurd guncaw be, dê kurd jî derbarê çarenivîsa xwe de biryarê bidin û dewleteke kurdî ava bikin.”

Nûnerê fraksiyona El-Hurra Cewad El-Şihêlî ku girêdayî Tevgera Sedr e, çend roj berê gotibû, “Bi hilweşîna rejîma Beasê ve, Kurd êdî xwe parçeyekê aloziya Iraqê nabînin û her li gorî berjewendiyên xwe dixebitin. Bi lewazbûna hikumeta navendî, Hikumeta Herêma Kurdistanê hewl dide ku dewleteke serbixwe ava bike.”

Dr. Seîd Resûl derbarê van gotinan de jî got: “Ew aliyên Iraqî nikarin ji bo kurdan aloziyê derbixin ku niha kurd her tim ji bo çareserkirina kêşeyên wan dixebitin. Her wiha nikarin nakokî û şerên xwe yên mezhebî di nava kurdan de pêş bixin. Di her gotinên xwe de kurdan di bin tometê de dihêlin.”

Dr. Seîd Resûl di berdewamîya axavtinên xwe de gotiye: ´´Bandora kurdan her tim di nêzîkkirina aliyên Iraqê û çareserkirina pirsên wan de girîng e. Niha Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî her tim hewl didin ku aliyên Iraqê nêzîkî hev bikin û krîza siyasî ya nava aliyên Iraqê de çareser bikin.” PNA

Advertisements