Gallery

Firokeyên Tirk Gundên Amediyê Bombebaran Kirin

Nûçexane – Li gor nûçeya PukMedia îro paşnîvro hejmarek balafirên cengî yên Tirkiyeyê esmanê Herêma Kurdistanê derbas kirin û çend gundên ser sînor yên ser bi navçeya Amêdiyê bombebaran kirin.

Jêderekê agahdar  ji PUKmedi yê re daxuyakirin ku li demjimêr 3:30 xûlekan balafirên cengî yê Tirkiyeyê gundên (Sêrî, Zilî û Çemkî) yên ser bi nahiya Dêrelûk/Amêdiyê bombebaran kirine.

Jêderê ragihand ku hîn balafir li ser esmanê navçeyê de digerin  û her wiha  da zanîn ku ziyana canî û madî ya bombebaranê hîn ne diyar e.

Advertisements