Gallery

Ji Tamîm Re Na, Ji Kerkûk Re Erê!

Nûçexane – Çend wezaretên hikûmeta Iraqê heta niha di nivîsên xwe de ku bo Civata Parêzgeha Kerkûkê dişînin, şûna peyva Kerkûkê, dinivîsin Tamîm. Endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal got, dema nivîsên fermî bi Tamîm werin em qebûl nakin, lewre divê Kerkûk bê nivîsandin.

 

Endamê Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal ragihand ku piraniya nivîsên ku ji hêla Wezareta Petrolê ya Iraqê û çend saziyên din ên Bexdayê bo Kerkûkê tên şandin, li cihê navê Kerkûkê dinivîsin Tamîm.

Kemal got, “Ev şaşîtiyeke, ji ber di sala 2003yan di civîna civata parêzgehê de, bi koma tevahiya pêkhateyan ji kurd, ereb, tirkman û asûriyan, me biryar da navê Kekrûkê vegere li şûna peyva Tamîm.”

Kemal axaftina xwe wiha domand, “Her nivîseke ji wezaretên Bexdayê bi navê Tamîm ji me re were, em qebûl nakin û em ê vegerînin û bêjin bajarê Tamîm li ba me nîne, bajarê Kerkûkê heye.” AKnews

Advertisements