Gallery

Polîsên Kanadî Penaberê Kurd Kuşt

Nûçexane – Penaberekî Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê bi navê Ferşad Mihemedî ku li bajarê Montriyal a Kanad ê jiyan dikir, ji aliyê polêsên vî bajêrî ve hate kuştin.

Mihemedî ku temenê wî 34 sal bû,  ji ber rewşa hejariyê li rawestgeha şemedeferê de  radiza.  Polês dibêje wî bi kêrê êrişî polês kirî ye û guh nedaye ferama polês û ji Mihemedî xwestiye ku bisekine xwe radestî polês bike lê wî  ev tişt nekirî ye lewma jî polês teqe lê kirî ye.

Şahidên bûyerê dibêjên  ku penaberê Kurd qet berê tişteke wisa nekirî ye, dema ku polês teqe lê kirî, gelek aram bû û ber bi deriyê rawestgehê ve diçû.

Ev cara dûyemîn e ku polêsê Monteryalê di heft mehê borî de du kesên hejar dikuje.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemedî li Êranê çalakvanê siyasî bû û ji ber tirsa canê xwe çûbû Kanada`yê. PUKmedia

Advertisements