Gallery

Komisyona Qilebanê Bi Gundiyan Re Hate Ba Hev

Nûçexane – Komîsyona Qilebanê ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de bi Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan re girêdayî hatibû damezrandin, bi armanca lêkolînkirina kuştina 34 kurdên sivîl ên li Roboskê, derbasî gundê Bêjihê bûn.

komisyona qilebanê

Komîsyona di bin serokatiya Ayhan Sefer Ustun ku ji Parlamenterê BDP’ê Ertugrul Kurkçu û parlamenterên AKP, CHP û MHP’ê pêk dihat, îro gihîştin gundê Bêjih (Gulyazi) ê Qilebanê. Endamên komîsyonê di demjimêrên sibehê de bi helîkopterê cihê bûyerê li hewayê keşif kirin.

Endamên komîsyonê bi minibusê gihîştin gundê Bêjihê û gundiyan bi daxwaznameya  “Heta bûyer neyê ronîkiri em tezmînatê qebûl nakin” pêşwaziya wan kir û dan xuyakirin ku ger bûyer ronî nebe çi wateya hatina wan nîne.” Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun daxuyaniyek da û got: “Ji bo ronîkirina bûyerê ew hatine û li Qilabanê dest bi lêpirsîneke berfireh kirine. Em dixwazin bûyerê bibin rojeva Parlamentoyê û kîja malbat bixwaze piştre dikare biçe Parlamento û serî li wan bide.”

Piştî daxuyaniyê endamên komîsyonê derbasî mala Sidik Alma ku bombebaranê de kurê wî hatibû kuştin bûn û li wê derê 3’ê kesên ji bombebaranê xilasbûyîn jî di nav de dest bi guhdarkirina gundiyan kirin. Jinên gund jî di destê wan de wêneyên zarokên xwe li odeyeke malê civiyan û hate fêrbûn ku dê komîsyon guhdariya wan jî bike. Rûdaw-Dîha

Advertisements