Gallery

A&G: Dengê BDPê Zêde Bûn, Roboskî Şikeştinek e

Xwedîyê A&G: Adil Gur

Nûçexane – Xwediyê Şîrketa Lêkolînê ya A&G a ku beriya hilbijartinên giştî gotibû “BDP dê 32 parlementeran derbixe” Adil Gur ragihand ku di lêkolîna wan a dawiyê de dengên BDP’ê zêde bûne û bûye ji sedî 8. Gur destnîşan kir ku AKP’ê li bajarên Kurdan deng wenda kiriye û diyar kir ku ji sala 2009 ve her ku diçe dengên kesên ku rêveberiyeke xweser dixwazin zêdetir dibin. Gur got; “ Ger ev pêvajo wiha berdewam bike, BDP dengê xwe di hilbijartina pêşwext a 2014 an jî hilbijartina 2015 de benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas bike.”

Gur der barê lêkolîna xwe de ji rojnameya Vatanê re axivî û got; “Jixwe dema me ev lêkolîn pêk anî, bûyera li Qilabanê neqewimîbû. Ger me îro ev lêkolîn pê bianiya, belkû dengên BDP’ê zêdetir derbiketa!”

Adil Gur destnîşan kir ku Komkujiya Roboskiyê ji bo AKP’ê şkestineke mezin e û diyar kir ku wana di lêkolîna xwe A&G de pirsa “Ger Îro hilbijartin be, tu wê dengê xwe bidî kê?”.

Gur ragihand ku li gorî encamên ku li 7 hezar xaneyan hate kirin, ger îro hilbijartin pêk were, dê BDP ji sedî 8’ê dengan werbigire. Gur ragihand ku AKP dengê Kurdan wenda dike, lê dengên nijadperestên li herêmên Ege, Akdenîz û Anatolyaya Navîn zêde kiriye. Gur diyar kir ku li gorî lêkolîna wana MHP û CHP deng wenda dikin.

GER PÊVAJOYA WIHA BIÇE, BDP DÊ BENDA JI SEDÎ 10 DERBAS BIKE

Gur got; “Li gorî lêkolînên din dengên BDP’ê ji sedî 4 an jî 6 e. Lê lêkolîna me cûda ye. Ger aniha hilbijartin pêk bê, BDP dê ji zêdetirê ji sedî 8’ê dengan werbigire.”

Gur dibêje ; “Gur got; “ Ger ev pêvajo wiha berdewam bike, BDP dengê xwe di hilbijartina pêşwext a 2014 an jî hilbijartina 2015 de benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas bike. Du sedemên vê yekê hene, ya yekem zêdebûna dengên BDP’ê û ya duwemîn jî nifşê ciwan ên ku dê nû dengên xwe bi kar bînin.”

CIWANÊN KU NÛ DENG BI KAR BÎNIN, DÊ DENGÊN BDP’Ê ZÊDE BIKIN

Gur bal dikişîn ser bandora dengê ciwanên ku dê cara yekemîn dengên xwe bi kar bînin û ev agahî da; “Li Tirkiyeyê, bi awayeke giştî serê her xaneyekê 4 kes in, lê di xaneyên ku dengên xwe didin BDP’ê de du qat zêdetir mirov dijîn. Yanî heft –heşt kes dijî. Şêniya zarokên van xaneyan zêde ne û dê di nava du salan de bigihin mafê dengdanê. Ev yek jî dê dengên BDP’ê zêde bike.

Bûyera li Qilabanê û bûyerên din li Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Bakûrê Kurdistanê), bûne sedema şkestinên siyasî yên di navbera BDP û AKP’ê de û evane pir girîng in. Heta bûyera Qilabanê AKP xwedî profîla muxalîf û desthilatiyê bû. Lê di vê bûyerê de weke desthilatî tenê nêzîk bû. Ger ev hilbijaritn niha pêk bê, dê dengên BDP’ê ji sedî 8’ê derbas bike.’

AKP DENGÊN KURDAN WENDA DIKE

Gur diyar kir ku AKP dengên xwe yên di hilbijartinê 12’ê Pûşperê de diparêze û heta pûanên nû jî wergiritye û wiha berdewam kir; “Li Tirkiyeyê ji ber vebijarkên siyasî, guhertinên pir girîng hene. Ya yekem; dengên AKP’ê yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (Bakûrê Kurdistanê) kêm dibin û yên BDP’ê zêde dibin. AKP dengên kurdan wenda dike, lê dengên wê yên ji nijadperestên Ege, Rojava û Anatolyaya Navîn zêde dibin. Gava em piştî hilbijaritnê li rewşê dimeyzînin, dibînin ku AKP di gotin û daxuyaniyên xwe yên nijadperest de berdewam dike. Ji ber wê jî dengê Kurdan wenda dike.

DI XANEYÊN HILBIJÊRÊN BDP’YÎ DE 7-8 KES HENE

Ez tiştek din balkêştir bibêjim. Ger ev pêvajo wiha berdewam bike, BDP dengê xwe di hilbijartina pêşwext a 2014 an jî hilbijartina 2015 de benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas bike Mirov nikare tenê bibêje deng zêde dibin, jimara hilbijêrên BDP’ê zêde dibin. Li Tirkiyeyê, bi awayeke giştî serê her xaneyekê 4 kes in, lê di xaneyên ku dengên xwe didin BDP’ê de du qat zêdetir mirov dijîn. Yanî heft –heşt kes dijî. Şêniya zarokên van xaneyan zêde ne û dê di nava du salan de bigihin mafê dengdanê. Hejmara zarokan pir zêde ye. Ji ber wê jî di hilbijartinek din de pirsgirêka BDP’ê ya benda hilbijartinê namîne.”

JIMARA KESÊN XWESERIYÊ DIXWAIZN PIR ZÊDE BÛ

Beriya du salan dema pirsa “Hûn rêveberiyeke xweser dixwazin?” dihate pirsîn”, dengên herî kêm ên Kurdan digotin ‘belê”. Lê piştî ku BDP her roj di her firsendê de behsa xweseriyê dike, ev yek bû sedem ku hejmara Kurdên ku daxwaza xweseriyê dikin zêde bibin.

HILBIJÊR NAVBER NAXIN NAVBERA BDP Û PKK’Ê

Ger mirov pirseke wiha bipirse; “BDP zêde navberê naxe navbeyna xwe û PKK’ê, gelo hibijêrên wê navber dixin navbera navbeyna xwe û PKK’ê?”. Nexêr, navber naxin navbera xwe û PKK’ê. Beşek ji Kurdên dengên xwe didin AKP’ê dibêjin “PKK rêxistinek terorîst e”, lê ji sedî sedê hilbijêrên BDP’ê dibêjin “PKK rêxistina parastina mafên gelê Kurd e.”

Wergera Kurdî: ANF Kurdî

Advertisements