Gallery

Barzanî û Sedir Beşdarî Kongreya Niştîmanî Dibin

Nûçexane – Tê çaverêkirin ku îro li Bexdadê li ser daxwaza serokkomar, rêberên komên siyasî kom bibin, parelementerekî hevpeymaniya niştimanî jî ragehand ku îro dem û şûna kongireyê dê bên diyraîkirin û dupat kir ku Barzan dê di kongireyê de beşdar bibin.

Li ser heman babetê, parlementerekî ser bi rewta Sedirê aşkire kir ku eger Talebanî, Barzanî û Elawî beşdarî kongireyê bibin, Muqteda Sedir jî dê beşdar bibe.

Parlementerê Kurd li Bexdadê, Hesen Cîhad daxuyaniyeke taybet da Xendanê û ragehand ku di civîna îro de, 6 serkirdeyên Hevpeymaniya Niştimanîn, 4 serkideyên lîsta Êraqiyeyê û 2 serkirdeyên Hevpeymaniya Kurdistanî dê amade bibin. Cîha aşkir kir ku: “Piştî vegera Mam Celal û civînên wî bi Malikî, Ceferî û berpirsên din re, rewş berev hêwirbûnê ve diçe û tê çaverêkirin ku kêşeyên heyî di kongireyê de çareser bibin.”
Li aliyekî din, Hakim Zaimilî ku parlementerê koma Ehrar ya ser bi rewta Sedir e, daxuyaniyeke taybet da Xendanê û ragehand ku Hevpeymaniya niştimanî û bi taybetî koma Ehrar di hewldanan de ye ku kongireya nitimanî bi serkeve, û weha berdewam kir: “Eger serokkomar, serokê Herêma Kurdistanê, Malikî û Elawî beşdar bibin, Muqteda Sedir jê dê beşdar bibe.” Kurdî: Xendan.Org

Advertisements