Gallery

Haşimî: Berjewendiya min ne li dijî Kurdan e

Nûçexane – Cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî dibêje ku Hikûmeta Iraqê bêbextiyan lê dike û ti berjewendiyên wî digel kuştina Kurdan tunene û berpirsiya terorkirina dadwerekî Kurd red dike.

Tariq HasimiTariq Haşimî niha li Herêma Kurdistanê ye û bi tumeta piştevan kirina grûpên terorîst ji aliyê Dadgeha Iraqê ve dihê xwastin lê navhatî wan tumetan red dike û daxwazê dike dosyaya bo Herêma Kurdistanê yan Kerkûkê bihê veguhastin.

Nivîsgeha Haşimî ya demkî beyan nameyek belav kir, kopiyeke wê gihîştiye AKnewsê jî, têde hatiye, “her çende dadgeh dibêje ku dosyaya wî nihênî û parastî ne lê her wextekê û Bexdayê zanebûn hinek nûçeyên cihê pêkanînê li ser kiryarên berê belav dike.

Di beyanameyê de hatiye jî, pêştir ew kiryar hatine tomarkirin ku encamder nas in, lê niha û li gor rênmayên hikûmeta navend Haşimî û zêrevanên wî bi wan tumetan dihêne gunehbar kirin.  (Aknews)

Advertisements