Gallery

Komisyon: Em Dixwazin Dîmenên Heronan Temaşe Bikin

Nûçexane – Serokê Komîsyona Amedekar a Mafên Mirovan a Meclîsê Ayhan Sefer Ustun, piştî lêkolîna li gunde Roboskiyê ku 34 kes hatin qetilkirin lêkolîn kir, diyar kir ku teqez dixwazin dîmenên heronan temaşe bikin.

komisyona qilebanê

Şanda Komîsyona Amedekar a Mafên Mirovan a Meclîsê hate avakirin, duh li gundê Roboskê û Bêjuhê lêkolîn kirin. Şanda piştî lêkolînan vegeriyan navenda Şirnexê û xebatên xwe li vir berdewam kirin. Şand şevê din li otelê bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî re civiyan. Şandê serê sibê jî Waliyê Şirnexê Vahdettîn Ozkan ziyaret kirin. Serokê Şanda Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku duh wan li gundê Bêjûhê bi kesên di bûyerê de bi saxî xelas bûyîn û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re hevdîtin kirin û bi helîkopterê qada bûyerê lêkolîn kirin. Ustun, anî ziman ku Walî Ozkan ji bo lêkolîna wan bû alîkar û wiha got: “Em dê îro li vir bi nûnerên saziyên cemaweriyê re bicivin. Em dê ji wan agahiyê bigrin. Bi vî şiklî em dê gava yekem a lêkolîna xwe bi dawî bikin. Piştî em derbasî Enqereyê bibin, em dê civînekê li dar bixin. Piştî vê yekê em dê bi endamên komîsyonê re plansaziya xwe çêkin. Înşallah em dê serbikevin.”

Ustun, bersiva rojnamegeran a dê dîmenên heronan temaşe bikin ya na? jî wiha bersivand: “Hinek gavên din ên bên avêtin hene. Piştî vê yekê em dixwazin dîmenan temaşe bikin. Em dixwazin li Enqereyê temaşe bikin.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements