Gallery

Stêrk TV Kete Şûna Roj TV!

Nûçexane – Piştî astengî û betalkirina frenkansên Roj TV ya şîrketên sataleytên Ewropî, kanala Stêrk TV ku ji sala 2009’ê ve dest bi weşana testê kiriye dest bi weşana xwe ya asayî kir. Stêrk TV ji îro pê ve wê li ser Eurobird û Nislsatê weşana xwe bike.

Stêr TV ji 6’ê sibatê (îro) û pêve dest bi weşana xwe ya asayî dike, dibêje “Em li pey rastiyê ne”. Li gorî aghaiyên rayedarên Stêrk Tv dane, ev kanal ji sala 2009 ve weşana test dikir.

Rayedarên Stêrk TV bi daxuyaniyeke nivîskî gotin; “Televîzyona me dê pêşketin û bûyerên cûdahî, rengînî, dewlemendiyên çandê, yên li Kurdistan û cîhanê biîne ser ekranan.”

Stêrk TV dê di weşana xwe de bi bernameyên cûda, nûçe, aktuel, bûyerên rojane, hevpeyvîn û dosyayan nûçeyan û nûçeyên zindî rabigirîne. Televîzyona Kurdan dê bi her du zaravayên Kurmancî (Jorîn Jêrîn) û Tirkî weşanê bike.

Li gorî daxuyaniyê, TV dê serê sibê bi zimanên Kurdî û Tirkî demjimêr di 09.00 de bi bernameyên Rojev û Gundemê dest pê bike. Dê pêşketin û bûyerên li Kurdistan û cîhanê bi awayeke herî zindî bişewîne.

Her wiha, dê di weşana Stêrk TV de bernameyên cûda yên jin, zarok, ciwan, rengîniyên jiyanê, dewlemendiyên çandî bêne weşandin. Rêveberiya Sêrtk TV ragihand ku ew ê di dema pêş de weşana xwe dewlementir bikin.

Bernameya Nûçeyên bi Kurdî (Kurmanciya Jorîn û Jêrîn) û Tirkî wiha ne:

09:00 Rojev (Rojeva Rojê)

10:00 Dengûbas

11:00 Haber

12:00 Nûçe

13:00 Haber

16:00 Dengûbas

17:00 Haber (Nûçeyên Bultena Sereke ya Tirkî)

18:00 Nûçe (Nûçeyên Bultena Sereke ya Kurdî)

22:00 Nuceyên Şevê

Frekansên Weşanê:

Nilsat

7º West (Rojava)

Frekans: 11354 V

Rêjeya Sembol : 27500

Fec: 5/6

*

Eurobird 9A

9º East

Frekans:11843 V

Rêjeya Sembolê: 27500

Fec: 3/4
Jêder: ANF

Advertisements