Gallery

Civîna Danasîna Weqfa Beşîkçî Tê Lidarxistin

Nûçexane – Civîna danasînê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê lidarxistin. Desteya Rêvebirîya weqfê ragihand ku, piştî damezirandina Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di roja rojbûyîna Îsmaîl Beşîkçî de avabûna weqfê hatiye ragihandin û piştî vê jî civîna yekem a danasînê li Swêd bajarê Stokholmê pêk hatiye. Wê civîna diduyan 18ê vê mehê  li Stenbol Taksîm Hill Hotelê pêk were.

Daxûyaniya Bangewazîya Civîna Danasîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî

Me damezrandina Waqfa İsmaîl Beşîkçî di roja jidayikbûna İsmaîl Beşîkçî (07.01.2012) de bi daxuyaniyeke çapemenîyê ji raya giştî re ragîhandibû.

Me civîna ewil a danasînê li Swêdê li bajarê Stockholmê pêk anî.

Em ê civîna duwemin a danasînê di 18 Sibat 2012’an de roja şemîyê li İSTANBUL TAXSİM HİLL OTEL’ê, di navbera saet 14:00 û 17:00’an de pêk bînin.

Di vê civîna danasîna Waqfa İsmaîl Beşîkçî de bi beşdarbûna we em ê şad û bextewar bin!

Digel rêz û silavan!

WEQFA İSMAİL BESİKÇİ

DESTEYA RÊVEBİRİYÊ

Cihê Civîna Danasînê:

Taksim Hill Otel

Gümüşsuyu Mah. Sıraselviler Cad.

Taksim

Navnîşana Weqfê:

İsmail Beşikçi Vakfı

Kuloğlu Mah. Ayhan Işık Sok.

No: 21/1 Beyoğlu

Tel: 0212 2458143


Advertisements