Gallery

Ji Bo Komkujiya Dersîmê Doz a Tazmînatê

Nûçexane – Alî Doganê 83 salî ku ji komkujiya Dêrsima 38’ê xelas bûbû, ji ber xizmên xwe yên ku di komkujiyê de hatine kuştin, li hemberî Serokomartiya Tirkiyeyê doz vekir û daxwaza tezmînatê kir.

Piştî ku komkujiya Dêrsimê bi awayekî resmî hate qebûlkirin û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi navê dewletê ‘lêborîn’ xwest, doza yekemîn a tezmînatê li hemberî Serokomartiya Tirkiyeyê hate vekirin. Alî Dogan ê 83 salî li hemberî Serokomartiya Tirkiyeyê doz vekir û 1 milyon TL (570 hezar dolar) tezmînat xwest. Li gorî rojnameya Radikalê dadwerê Dadgeha Cezaya Asliye ya Dêrsimê doz qebûl kir û danezan ji Serokomartiyê re şand û ji wê derê belge xwestin.

Rûniştvanê gundê Bornekê (Duzpelit) Alî Erdogan da xuyakirin ku di sala 1938 de ku hê ew 8 salî bû, dayika wî jî di nav de ji malbata wî 20 kes li gund hatine komkirin, destên wan hatine girêdan û li herêma Kergenê de singuyan hatine kuştin. Alî Dogan jî derbeyên singuyê (kêra ser lûleya tifingê) ji ser û stoyê xwe birîndar bû. Sê roj di cihê bûyerê de ma, roja çaran xizmên wî di nava kuştiyan de ew dîtin. Bornekiyên ku ji komkujiyê xelas bûbûn, termên 19 kesan kom kirin û bi komî veşartin û tenê kevirekê gorê danîn navê hemuyan ser vê kevirê nivîsandin.

Piştre Alî Dogan li Îzmîtê rûnişt û di 27’ê çileya 2012ê de serî li Dadgeha Dêrsimê da û ji ber temsiliya Komara Tirkiyeyê dike, li hemberî Serokomartiya Tirkiyeyê doz vekir. Daxwazname ji hêla dozgerê Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Dêrsimê ve hate qebûlkirin û di heman rojê de danezan ji bo Serokomartiyê hate şandin û hate xwestin ku di destê wan de çi belge hene bêne şandin. Herwiha ji Wezareta Navxwe û Daîreya Arşîvan jî derbarê qeydên operasyona leşkerî ya Dêrsimê û kuştina malbata Alî Dogan de belge hatin xwestin.

Li gorî daneyên resmî yên dewletê di komkujiya Dêrsimê ya sala 1937-1938 de jin û zarok jî di nav de 13 hezar kes hatin kuştin. Li gorî çavkaniyen serbixwe û kesên ji komkujiyê rizgar bûne, hejmara kesên hatine kuştin 50 hezarî zêdetir e û yên mane jî hatine sirgunkirin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements