Gallery

Kurkçu: Haya Fermandarên Herêmî Ji Bombebaranê Nebû

Nûçexane – Komîsyona amadekar a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê lêkolîn û lêgerînên xwe yên der barê komkujiya Roboskiyê bi dawî kirin. Endamê Komîsyonê û Parlementerê BDP’ê ya Mêrsînê Ertugrul Kurkçu da zanîn ku agahiya rayedarên vir ji tu tiştî tune ye û wiha got: “Rayedarên herêmî berî ku ev komkujî pêk bê fermana rawestandina hemû operasyonan girtine.”

Komîsyona Amadekar a girêdayê Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê derbarê Komkujiya Roboskî de lêkolîn û lêgerîn pêk bînin ev demeke hatibûn herêmê piştî hevdîtina bi Walitiya Şirnexê, Serdozgeriya Komarê û rayedarên leşkerî yên bajêr veqetiyan.

Berî ku ji bajêr veqetin li ser navê komîsyonê Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun li ber walitiyê daxuyanî da çapemeniyê. Ustun derbarî armanca xwe ya hatina bajêr jî vegot û da zanîn ku ew ji bo sersaxî ji malbatan bixwazin û rayedarên gelemperiyê guhdar bikin hatine bajar. Ustun wiha got:” Îro di çarçoveya agahiyan me hemû rayedarên gelemperiyê guhdar kiriye. Agahiyên ku dizanîbûn bi me parve kirin. Xebata me ya vir qediya. Lê divê bê zanîn ku ev pêvajo bidome. Niha em nikarin derbarê xebatên xwe de agahiyên berfireh bidin. Ji bo vê yekê divê li bendê bin ku em agahiyên rasteqîn ragihînin we. Lê em niha ne di wê astê de ne. Lêpirsîna ku komîsyona me dimeşîne didome.”

BERIYA KOMKUJIYÊ OPERASYON HATINE RAWESTANDIN !

Li ser pirsa xebatkarên çapemeniyê ya mîna “Agahiya ku rayedarên leşkerî fermanê ji Enqereyê girtine çiqas raste gelo?” endamê komîsyonê û parlementerê BDP’ê ya Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, axivî û da zanîn ku li gorî gotina ji wan hatiye gotin der barê bûyerê de tu agahiyên rayedarên herêmî tune ye. Kurkçu wiha got: ” Li gorî gotinên wan, demek berê ku tevger destpê bike ji Enqereyê fermana rawestandina hemû operasyonan tê dayîn. Ji xwe rayedarên leşkerî yên heremî amadekariya operasyonekî dikirin. Encama ku em gihaştin ew e ku, ya rastî li gorî agahiyên ku dane me rayedarên vir dibêjin, ‘Tu têkiliyên me bi vê bûyerê re tune ye, ne agahiya me heye ne jî biryarekî me heye. Hemû tevgerên ku dersînor pêk tên li ser biryara Fermandariya Giştî yê Artêşê pêk tê û ev komkujî jî di encama tevgerekî dersînor pêk hatiye. Ji bo vê yekê jî tu biryara me û pêkanîna me tune ye.’ Ji xwe hemû daneyên ku gihaştin me gotinên rayedaran piştrast dike. Belê, ji van re hatiye gotin ku ji bo tevgerê hemû operasyonên xwe rawestînin û ji ber tevgera hawayê paş vekişin. Di seat 21.00’an de qedexeya firandinê hatiye dayîn. Tiştê ku hûn dixwazin temaşe bikin, em jî dixwazin temaşe bikin.”

Komîsyon ji bo biçin Amedê derbasî Fermandariya 23’emîn Tumena Sînor a Şirnexê bûn. Hate zanîn ku dê komîsyon bi helîkopterê biçin Amedê. ANF Kurdî

Advertisements