Gallery

Rêxistina Efûyê: Lêpirsîna Roboskîyê Bê Ewle Ye

Nûçexane – Şaxa Rêxistina Efûyê ya Naveneteweyî ya Tirkiyeyê têkildarî lêpirsîna piştî komkujiya Roboskiyê hatî destpêkirin nameyek ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re şand. Di nameyê de hate diyarkirin ku lêpirsîn ne cihê baweriyê ye.

Şaxa Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê têkildarî komkujiya Roboskiyê de hem bi postê hem jî bi faksê name şand. Di nameyê de hate destnîşankirin ku gumana wan a têkildarî lêpirsîna derheqê komkujiya Roboskiyê de hene û hate xwestin ku ji bo komkujiya Roboskiyê divê lêpirsîneke serbixwe û bi berfirehî bê kirin. Di nameyê de hate xwestin ku berpirsiyarên komkujiyên bên darizandin û wiha hate gotin: “Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî tezmînata madî ya ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan erênî dibîne. Lê ligel vê yekê ji ber geşedanên piştî komkujiyê pêktên gelek bi guman in. Gumana wan a lêpirsîneke bêalî bêkirin heye. Divê lêpirsîneke berfireh û serbixwe bêkirin.”

‘Çima şand hate astengkirin?’

Di nameyê de hate diyarkirin ku nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî xwestin li cihê bûyerê lêkolînan bikin, lê bi hinceta “ewlehiyê” ev yek hate astengkirin û wiha hate gotin: “Di nameyê de rayedarên Rêxistina Efuyê ya Navnetewyî li benda daxuyaniya ku çima nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî hatin astengkirin in. Di lêpirsîna dozger dikin de gumana hemû şertên bombebaranê neyên eşkerakirin hene. Ligel li ser bombebaranê de mehek derbas bû, lê hê jî dozgeran serî li îfadeyên şahidan nedaye. Divê dozger serî li îfadeyên şahidan bidin û îfadeyên şahidan bi berfirehî bên lêkolînkirin û li gorî vê yeke heke personelên leşkerî bi zanebûn sivîl hedef hatibûn girtin derxin ber dadê.”

Di berdewam nameyê de wiha hate gotin: “Ligel vê yekê li gorî nûçeyên di çapemeniyê de derdikevin dozger ‘ji ber hêrsa gel a li herêmê kombû û rîska çalakiyên’ li cihê bûyerê lêpirsîn nekirin. Hincetên wisa bûyer Ceylan Onkol tîne bîra mirovan. Kurdî: Rûdaw

Advertisements