Gallery

Dr. Berhem: Mafê Kurdan Jî Heye Çarenivîsa Xwe Diyar Bikin

Nûçexane – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr.Berhem Salih tekez kir ku, ewên Kurdan bi xetereke mezin dibînin li ser Êraqê, tersî wê Kurd ji her kesî zêdetir peroşin bo serkeftina projeya Êraqê.

Di çavpêketineke taybet de digel kanala Al.Erebiyeyê ku duh 7/2 hate pêxş kirin, Dr.Berhem Salih got:” Baradoxa niha ya Êraqê tirsekê bo Kurd û li ser hemû Êraqiyan bi awayekî giştî drust dike, pêwîste em vê qeyranê bigrin dest û em kar bikin bo serxistina kongireya niştimanî yê ku bi serpereştiya Serokkomar Celal Talebanî û bi piştgîriya Serokê Herêmê Mesûd Barazanî tê amadekirin.”

Her weha Dr. Berhem berdewam kir û got:”Kurd wek hemû gelan mafê xwe yê diyarkirina çarenivîsa xwe heye, em vekirîbûn di bijartina xwe de, me berjewendiya xwe wekû Kurdên Êraqê di Êraqeke deomkrat û yekbûyî de dît, li ser vê bîngehê piştî hilweşana rejîma berê, me berê xwe da Bexdadê, em bi xurtî beşdariya avakirina Êraqê bûn digel birayên xwe Êraqî yên din re, ji bo avakirina dewleteke nû. Ez bê teredud bêjim Kurd ne ji bo parçebûna Êraqê ne, ne di berjewendiya me de ye em weha bin, berjewendiya me ewe ku projeya Êraqeke demokrat  û yekgirtî ye.”

Dr.Berhem Salih ev jî got:”Kurd ne raziye carek din veger sîstema destputiyê û çewisandinê, em şovenîzmê û netewperestiyê û Helebçeyên din  naxwazin, eme aktiv bin li Êraqê û piştevaniya serxistina projeya Êraqê bin, wê rojên pêş rastiya vê yekê berçav bikin ku em çendîn peroşin bo serkeftina Êraqê û salên borî jî ev rastî ron kirin.”

Dr. Berhem cext li ser çareseriyê kir û got:”Îro Kurd parcekî çareseriyê ye, em dixwazin aktiv bin di çareseriyê de, em daxwaza çareseriyê dikin, hindî ji me bê emê ji bo çareseriyê kar bikin. Em nabin egera parçebûnê. Pêwîste Êraqa nû li ser bîngeha hevpariyê, biratiyê, li hevkirinê be, ne li ser bîngeha înkara yan hev û du redkirinê be.”

Kurdî-Latînî: Xendan.org

Advertisements