Gallery

Ji Bo Çileyê Şehîdên Roboskîyê Mewlûd Hatin Yadkirin

Nûçexane – Li 10 bajaran bi minasebeta çileyê komkujiya li Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve di êrîşa bombebaranê ya 28’ê berfanbarê de hatin qetilkirin mewlûd hate dayîn. Rêxistinên BDP’ê li Amed, Semsûr, Mêrdîn, Elezîz, Riha, Wan, Bedlîs, Îdir, Mûş û Erziromê bi girseyî mewlûd da û xwest hikûmeta AKP’ê û Serokwezîr Erdogan hesabê vê yekê bide.

AMED

Rêxistina BDP’ê ya Amedê bi heman armancê li tesîsên Demîrokê mewlûd da. Di mewlûdê de rêveberên BDP’ê, înîsiyatifa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên din tev li xwarinê bûn. Mewlûdê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re Hevseroka Giştî ya BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, komkujî şermezar kir û anî ziman ku gelê kurd her tim rastî komkujiyan hatiye, lê ji niha û şûnde vê yekê qebûl nakin.

FARQÎN/ERXENÎ

Li navçeya Farqînê ya Amedê jî bi heman armancê li salona dahwetê ya Dilane mewlûd hate dayîn. Endam û rêveberên BDP’ê, Waredarê Farqînê Fadil Erdede û nûnerên zaziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Li navçeya Erxeniyê jî Rêxistina BDP’ê ya Erxeniyê li Mala Şînê ya Şaredariyê mewlûd da. Di mewlûdê de Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan Endam û rêveberên BDP’ê, Şaredarê Erxaniyê Fesih Yalçin jî di navde bi sedan kes amade bûn.

AYDOGAN: FERMAN JI ENQEREYÊ HATIYE DAYÎN

Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku ew li hemberî şehîdên Roboskiyê û di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewîne û wiha got: “Bila serê gelê Kurdistanê sax be. 40 roj di ser komkujiyê re derbas bû, lê hêj tiştek nehatiye ronîkirin. Komîsyona mafên mirovna hatin herêmê. Lê tiştek ronî nekir. Fermana komkujiyê ji Enqereyê hatiye dayîn.”

SEMSÛR

Li navçeya Kolikê ya Semsûrê mewlûd li salona Tekstil Yemek hate dayîn. Endam û rêveberên BDP’ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

ELEZÎZ

Rêxistina BDP’ê ya Elezîzê jî bi heman armancê li aşxaneyekê mewlûd da. Endam û rêveberên BDP’ê amade bûn.

RIHA

Li navçeya Sêwêregê ya Rihayê jî Rêxistina BDP’ê ya Sêwêregê mewlûd da.

WAN/BEDLÎS/MÛŞ/AGİRÎ/ERZIROM/ÎDÎR

Rêxistinên BDP’ê li Wan, Bedlîs, Mûş, Agirî, Erzirom û Îdirê jî bi heman armancê mewlûd da. Di mewlûdan de dîsa endam rêveberên BDP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din tev li mewlûdan bûn. Li her derê polîtîkayên AKP’ê û helwesta AKP’ê hate şermezarkirin. ANF Kurdî

Advertisements