Gallery

Nûnerê Barzanî: Bila Tirkiye Lêborîna Roboskê Bixwaze

Nûçexane – Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Felekedîn Kakeyî daxwaz ji Tirkiyê kir ku lêborînê ji kesûkarên qûrbaniyên Roboskê bike. Herwiha daxwaz ji PKK û Hikûmeta Tirkiyê kir ku çekên li dijî hev hilgirtine danin û agirbestek daîmî ragihênin.

Doh (07.02.2012) li Hewlêrê çileya şîna ji bo qûrbaniyên gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê li navenda Gare, Asoya Medeniyet û Yekîtiya Afretên Kurdistanê hat birêvebirin.

Di merasîmê de Felekedîn Kakeyî wekî Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê amade bû û gotarek pêşkêş kir. Kakeyî di gotara xwe de got: “Kesên di wê bûyera tehl de hatine kuştin, bûne qûrbanê şerekî nerewa.”

Felekedîn Kakeyî daxwaz kir ku êdî bûyerên bi vî awayî dûbare nebin û got: “Em daxwaz ji dewleta Tirkiyê dikin ku daxwaza lêborînê ji kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê bikin û tezmînatê bidin wan. Herwiha em hêvîdarin ku li Tirkiyê pêvajoya aştiyê ber bi pêş ve biçe.”

Nêzî 30 salane li Tirkiyê şerek û pevçûnek berdewam navbera PKK û dewleta Tirkiyê de heye. Li gor statîstîkên ne fermî, heta niha zêdetirî 40 hezar kes ji herdu aliyan hatine kuştin.

Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê di berdewama gotara xwe de got: “Ev karesatane encama şerekêne, lewra pêwîste ew şer bê rawestandin ku heta niha ji aliyê dewleta Tirkiyê ve berdewam dike.”

Kakeyî daxwaz ji Tirkiye û PKK’ê kir ku agirbestekî daîmî ragihênin, dest bi diyalog û danûstandinan bikin. Li wê parçeya Kurdistanê (Bakurê Kurdistan-Tirkiye) bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bikin.

Di merasîmê de çend mûm ji aliyê xwendevanên dibistana amadeyiya keçan a Hewlêrê ve hatin pêxistin. Ew jî wekî hest nîşandanekî li beramberî qûrbaniyên wê bûyerê bû. Herwiha di salona merasîmê de wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatibû bilindkirin.

Di heman merasîmê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Mihemedî Hacî Mehmûd bi navê alî û partiyên siyasî yên Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û got: “Rewşa niha ya Kurdan pir guncawe ku rêzên xwe bikin yek û êdî li paytextan biryar li ser çarenivîsa gelê Kurd neyê dayîn.” Rûdaw