Gallery

Festîvala Şêrejina Kurd Qademxêr Li Dar Dikeve

Nûçexane – Bi minasebeta salvegera 80’mîn ya koçkirina Şêrejina Kurd Qademxêr li Sîlêmanî bi navê ‘Mîhrîcana Qademxêr’ festîvalek tê lidarxistin. Festîval ji aliyê Navenda Hevbeş ya Çanda Loran ve tê sazkirin û ev dibe festîvala diduyan ku ji bo danasîna Kurdên Lorî tê lidarxistin.

Li gor lijneya amadekar, ta niha gelek lêkolînên hêja li ser Qedemxêrê, dîrok çanda Luran, bi zimanên Kurdî, Erebî û Farsî gihîştine destê lijneyê.

Ji lijneya bilind ya Mîhricanê Sîrwan Celalî ragihand ku: “Navenda hevbeş ya Luran, dê festîvala Qedemxêrê di bin diruşma “Qedemxêr jineke şoreşger û serkirdeyeke neteweyî” li bajarê silêmaniyê saz dike”. Celal ji, ji me re da zanîn ku me ev mîhricana duyemîn e ku Senterî Lur li dar dixe, û armanca serekî jî danasîna Kurdên Lur e.

Li aliyekî din jî, ji lijneya peywendiyan ya mîhricana Qedemxêrê, Can Êzîdxelo ji Xendanê re ragehand ku: “Li gor tecrubeya me ya yekemîn ku mîhricana Baba Tahir bû, me hewl daye ku ev mîhricana me ya Qedemxêrê baştir bê birêvebirin, her weha me hewl daye ku em lêkolînên baştir û babetênû lêkolînên li ser Qedemxêrê di govarekê de kom bikin, ku govara Lur e û wê di roja mîhricanê de belav bikin.” Êzîdxelo da zanîn ku armanca wan dewlemendkirina çanda Kurdan e û bihevnaskirina gelê Kurd e.

Tê zanîn ku Qedemxêr jineke şoreşger bû û ji bo gel û miletê xwe ketiye şerên giran û pir caran serkeftî bûye. Ew sala 1900’î aZayînî li Loristanê ji dayîk bûye ji eşîra “Qelawend” ya Kurdên Lur e. Jêder: Xendan.org

Mîhricana Qedemxêr:

Roj: 10-11/02/2012
Şûn: Holî Tewar – Silêmaniyê
Demjimêr: 10:00

Advertisements