Gallery

‘Pêwistiya medya kurdî bi profesyonelî û serxwebûnê heye’

Rêvebira Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka ya Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, Sauseg Dolet

Nûçexane – Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor rêxistineke nehukmî ya navnetewî ye û buroya sereke li bajarê Parîsê ye. Ew di sala 1985ê de hatiye avakirin û derbarê azadiya rojnamevanî li cîhanê raporan belav dike. Ev rapor bi şeş zimanan tên weşandin ku yek jê erebî ye. Vê rêxistinê derbarê bêtiriya bûyerên Herêma Kurdistanê raporên taybet belavkirine û di rapora xwe ya dawî de ku destpêka Kanûna borî hat belavkirin, derbarê rewşa rojnamevanên Kurdistanê weke “meheke reş” bi nav kiriye. Rêvebira Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka ya Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, Sauseg Dolet di vê hevpeyvînê de behsa rewşa rojnamevaniya Herêma Kurdistanê dike.

Rûdaw: Rêxistina we meha borî raporek derbarê rewşa rojnavanan li Herêma Kurdistanê belavkir û di raporê de dibêjin “meha borî meheke reş bû bo rojnamevanên Kurdistanê”. Gelo nêrîna we ya niha çawa ye derbarê vê mijarê?

Sauseg Dolet: Ez bawerim ku rewşa rojnamevanên Kurdistanê hinekî zor e, ev jî ji ber ku netêgihiştinek heye ji aliyê partiyên siyasî û hêzên asayişê derbarê rola medyayê de. Herwiha tevliheviyek jî heye derbarê endametiya di partiyekê de û rojnamevaniyê. Loma ev alozî çêdibin.

Em ji rewşa rojnamevanan li Kurdistanê gelekî dilgiran in û rewş sala borî xirabtir bû

Hûn ji rewşa rojnamevaniya Kurdistanê dilgiran in?

Sauseg Dolet: Belê em gelekî dilgiran in û rewş sala borî xirabtir bû, ji ber çendîn êrîş û avêtina ser rojnamevanan. Meha Sibatê meheke gelekî zor bû, meha Kanûna borî jî bi heman şêwe meheke xirab bû û tê de êrîş birin ser çendîn rojnamevan û hatin girtin û kelûpelên wan hatin desteser kirin.

“Ez bawerim ji ber em rexneya li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin, ew ji raporên me hez nakin“

Gellek caran desthilatdarên Herêma Kurdistanê rexneyan li raporên we digirin û dibêjin çavkaniyên we ne rast in. Nêrîna we çiye derbarê van axaftinan?

Sauseg Dolet: Ev ne rast e û ez bawerim ji ber em rexneya wan dikin, ew ji raporên me hez nakin. Xaleke din ku ez dixwazim behsa wê bikim ev e ku li Kurdistanê gellekî zore tu bikarî boçûneke serbixwe bidestbixî. Ev zanyariyên em bi dest dixin em çendîn caran dûvçûnan wan dikin û her dema em raporeke taybetî derbarê Kurdistana Îraqê belav dikin, em beriya belavkirinê peywendiyê bi karbidestên kurd dikin da wan haydar bikin ka em çi belav dikin.

Ango hûn berî belavkirina van raporan ligel desthilatdarên kurd diaxivin?

Sauseg Dolet: Belê bi mebesta piştrastkirinê û wergirtina boçûnên wan jî. Ji ber ku her kes şaş dibe, loma em jî dixwazin hin zanyariyan piştrast bikin û têkiliyên me yên berdewam hene ligel desthilatdarên kurd.

Bo amadekirina raporên xwe hûn ji kîjan çavkaniyan sûdê digirin?

Sauseg Dolet: Em sûdê ji hemû çavkaniyan digirin, weke rojnamevanên kurd û îraqî yan rojnamevanên biyanî yên li Kurdistanê, herwiha malper û rojnameyên kurdî jî.

“Rewşa rojnamevaniyê li Kurdistanê ji Îran û Sûriyê baştir e”

Hûn eger rewşa rojnamevanên Kurdistanê hevber bikin ligel rojnamevanên welatên cîran, gelo Herêma Kurdistanê di çi astekê de ye?

Sauseg Dolet: Ez dikarim bêjin ku îmkan heye rewşê baştir bikin. Lê eger em hevber bikin ligel rewşa Îran û Sûriyê, bêguman rewşa Kurdistanê baştir e. Me hemûyan di dema şerê Îraqê de hest dikir ku Kurdistan beheşt e û cihekî aram e, lê ez niha ne piştrastim ku ev wisa ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîst e çi bike da rewşa rojnamevan li Herêma Kurdistanê baştir bibe?

Sauseg Dolet: Bi baweriya min pêngava ku ew dikarin bavêjin ev e ku hemû alî li ser masekê rûnin û derbarê çawaniya baştirkirina rewşê û behsa rola medyayê gotûbêjan bikin û pêwîst e hemû alî guhdariya hevdu bikin. Di heman demê de nabe medya rola opozisyonê bilîze, lê divê rexnê li hemû aliyan bigire bi şêweyekê rexneyî, profesnal û serbixwe.

Pêwîstiya medya kurdî bi wê yekê heye ku baştir bibe û pêşbikeve

Bi baweriya we medyaya kurdî ji sedî sed neprofesnel e?

Sauseg Dolet: Pêwîstiya medya kurdî bi wê yekê heye ku baştir bibe û pêşbikeve. Pêwîst e ew bêtir dûvçûnê bikin, bêtir serbixwe bin û karên wan bêtir profesyonel bin. Lê di heman demê de jî divê bi zûtirîn dem binçavkirin û êrîşbirina ser ronamevanan raweste û bi dawî bibe, ev jî erkê desthilatê ye.

“Medya kurdî hêşta serbixweyî bidest nexistiye û divê bo vê yekê kar bike”

Bi baweriya we medya kurdî serbixwe ye?

Sauseg Dolet: Bi baweriya min medya kurdî hêşta serbixweyî bidest nexistiye û divê bo vê yekê kar bike. Ez jî hêvîdarim ku di çend salên dahatî de ev bê pêkanîn. Pêwîstiya rojnamevanan bi rahênan û kursan heye da herdu alî; desthilat û medyakar rola hevdu baş nas bikin.

Hûn bawer nakin ku rewşa rojnamevanên Herêma Kurdistanê di vê salê de baştir bibe?

Sauseg Dolet: Ez hertim geşbîn im. Ev îrade eger hebe wê rewş baştir bibe. Ez bawerim ku rewşa rojnamevanan îsal wê rûbirûyê ezmûneke mezin bibe dema ku di meha Îlona dahatî de Hilbijartinên Parêzgehan birêve diçin û ev jî bo hemû aliyan ezmûneke mezin e.

“Dibe ku em 17’ê sibatê roja azadiya rojnamevaniyê ya li Herêma Kurdistanê raporekê biweşînin”

Hûnê kengê rapora xwe ya dahatî ser Herêma Kurdistanê belav dikin?

Sauseg Dolet: Ev girêdayî rewşê ye û ez bawerim ku 17ê Sibatê roja azadiya rojnamevanî ye li Herêma Kurdistanê. Mimkûn e em bi vê munasebetê raporekê biweşînin, lê em ê hertim çavdêriya Kurdistana Îraqê bikin û berî vê munasebetê jî her tiştê biqewme, em ê bêguman raporekê li ser biweşînin. Rûdaw-Hewlêr (Hawar Ebdulrezaq)

Advertisements