Gallery

Bakurê Kurdistanê ji bo konferansê amadebûna xwe ragihand

Nûçexane – Heftiya borî şandek ku ji çend parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk KCDê pêk hatibû, bi mebesta minaqeşekirina dem û çawaniya sazkirina Konferansa Netewî ya Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kir.

Ev du sal in lidarxistina konferansa netewî bo partî û rêxistinên Kurdistanî yên her çar parçên Kurdistanê dem bi dem bi germî tê behskirin û piştî demekê tê jibîrkirin. Serokê Herêma Kurdistanê di Kongreya Revenda Kurdên Rojava de, ku roja 28ê meha borî li Hewlêrê hat sazkirin, got, “Em dixwazin îsal di vê salonê de konferansa partî û rêxistinên Kurdistanî girêbidin.”

Roja 1ê Sibatê sê parlementerên kurd li parlamentoya Tirkiyeyê wek nûnerên KCDê gihiştin Herêma Kurdistanê. Parlamentera bajarê Qersê Mulkiye Birtane ku endameke şande bû li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand: “Hatina me girêdayî amadekariyên konferansa netewî ye. Ev demeke li bakur amadekariyên vê konferansê tên kirin, em dixwazin di demeke herî zû de bê girêdan.”

Ehmed Kanî: Dema konferansê ne diyar e

Lê Birtanee di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em tevlî civînekê nabin ku tenê bo civînê be. Bi baweriya me baş e ku konferansa netewî derbarê rewş û stratejiya hevbeş a Kurdan de biryar bide.”

Şanda navbirî ligel sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK, bizava Goran, Serokê Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin. Herwiha serdana Kerkûk û kampa penaberên Mexmûrê jî kirin.

Derbarê hatina wê şanda bakurê Kurdistanê, berpirsê pêwendiyên Kurdistanî û niştimanî yê PDKê Ehmed Kanî ji Rûdawê re got: “Bi giştî behsa girêdana konferansa neteweyî hat kirin. Mebesta wan ew bû hinek agahiyan derbarê çawaniya girêdana konferans û dema wê bizanin, lê heya vêga dema girêdana konferansê ne diyar e.”

Karyilan: Konferans wê xeyala Kurdan bike rastî

Serokê Konseya Rêveberiya KCKê Murat Karayilan di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê di meha borî de derbarê girêdana konferansa netewî got ku: “Em niha wek demeke baş dibînin bo girêdana wê konferansê. Pêwist e berî girêdana wê jî gotûbêj li ser bên kirin, diyar e hinek alî konferansa netewî wek civîneke 2-3 rojî dibînin. Bi baweriya me konferans ne tenê ew e em kom bibin, li ser çend xalan daxuyaniyekê îmze bikin yan belav bikin û bêjin xilas.”

Bi baweriya Karayilan, civîneke bi vî rengî morala xelkê bilind dike, lê belê bo çareseriya pirsa kurd kombûneke bi vî awayî ti bandorê nake. Karayilan wiha got: “Konferanseke netewî da ku xeyala hemû kurdan bike rastî divê bê girêdan. Pêwist e di konferansê de civata neteweyî bê damezrandin. Mînak, wek bizava rizgarîxwaza Filistînê, ku vê dawiyê Hamas jî bû endama wê, da ku her 6 mehan yan salekê carekê kom bibe, pirsên netewî yên kurdan gotûbêj bike û biryar bide. Divê desteyeke çavdêriyê jî hebe.”

Hemû aliyên Kurdistanî li parçên Kurdistanê tevî cudahiya bîr û baweriyan û armancên wan yên siyasî li ser girîngî û pêwîstiya konferansa netewî hemfikir in, lê li ser guncandina dema girêdana konferansê ne hemfikir in.

Birtane: Dema konferansa netewî hatiye

Bi dîtina Mulkiye Birtane, dema konferansa netewî hatiye û serdana wan ya vê carê bo diyarkirina dema girêdana kongr bû: “Li bakur hemû partiyên siyasî, derbarê pêşniyarên kurdan bo destûra nû ya Tirkiyê hevdeng in, li gor agahiyên min bingeha yekîtiya kurdan li rojavayê Kurdistanê jî niha xurt e. Lê nizanim partî û lîderên kurd li Herêma Kurdistanê çi dibên.”

Endamê civata serkirdayetiya PDKê Ehmed Kanî tekez dike ku ew konferansekê girênadin ger hemû partiyên Kurdistanî tê de beşdar nebin: “Bo serketina wê konferansê pêwîst e atmosfer bê xweşkirin. Em dixwazin konferansek bê girêdan ku hemû alî girêdayî biryarên wê bibin, da ku em ji cîhanê re bijîn em Kurd hertim dixwazin bi diyalog û rêyên aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Derbarê astengiyên li pêşber girêdana konferansê jî, Kanî got: “Pirsgirêkên navxweyî û derveyî hene. Ne tenê li herêmê, lê li parçên Kurdistanê yên din jî kêşe hene. Partiyên Kurdistanî li bakur nekarîne kêşeyên navbera xwe çareser bikin. Dîsa pêwîst e konferans di seqayeke aram de bê girêdan. Lewma bi baweriya min berî girêdana konferansê divê em bêtir ligel hev bipeyvin.

Uçer: Em hêvîdar in beriya Newrozê konferansa netewî saz bikin

Şanda BDP û KCDê berî ku vegere, ligel bizava Goran li bajarê Hewlêrê civiya. Parlamenterê bajarê Wanê û endamê şandê Ozdal Uçer piştî wê civînê ragihand: “Gotûbêjên me ligel partî û dezgehên başûrê Kurdistanê tenê bo amadekirina konferansa netewî bûn. Bi baweriya gelek kesan sala 2012yê dibe sala konferans netewî, lê di nav demsalan de hinek qonax hene ku rengê netewî di wan de tê beloqkirin. Bi dîtina me serdema neteweyîbûnê bo Kurdan di buhara xwe de ye, ji ber ku Newroz cejna netewî ye bo tevahiya Kurdistanê. Em hêvîdar in beriya Newrozê konferansa netewî saz bikin.” Navbirî dibêje di vê serdanê de hest bi wê yekê kirin ku li başûrê Kurditanê jî germiyeke zêde heye bo sazkirina kongreya neteweyî.

Berpirsê bizava Goran li bajarê Hewlêrê Celal Cewher derbarê girêdana konferansa netewî, got: “Sazkirina konferansa neteweyî tiştekî baş e, lê li herçar parçên Kurdistanê niha dem ne guncaw e ku ev konferans bê girêdan.”   Rûdaw – Hewlêr (Hêmin Xoşnaw)

Advertisements