Gallery

Dadgeha Iraqê gilîyên 7 hezar Helebçeyîyan red kir

Nûçexane – Heta niha 7.000 gilî ji aliyê Helebceyiyan ve li dadgeha giştî ya Iraqê hatine tomarkirin da ku malbatên ziyalêketiya bê qerebûkirin, lê dadgeha Iraqî giliyên wan red kir.


Qeymeqamê Helebceyê Goran Edhem, li ser wê yekê dupat kir ku ew gilî bê sedem hatine red kiri û buhaneyên cuda cuda ji redkirina wê re dîtine. Edhem da zanîn ku “Ew giliyên ku hatine kirin, piştî herifîna rêjîma Be`isê bûye û dadgeh jî niha daxwaza tapoyên xaniyê wan yên wir dike, gelo kesên ku xanî û zarokên wan hatine wêrankirin, karin tapoyan ji kû bînin?”
Edhem di dawiya gotina xwe de li ser peywendiya wan giliyan bi yasaya qerebûkirinê re weha got: “Ti peywendiya vê meselê bi yasaya qerebpkirinê re nîne, lewma jî niha em hewl didin ku di hin riyan re, vê meselê bigihînin berpirsên Bexdadê.”  Xendan.org

Advertisements