Gallery

Obama: Bila ev banyoya xwînê ya hovane raweste

Nûçexane – Di encama êrîşên artêşa rejîma Sûriyê ku doh pêk hatin de, hejmara kuştiyan gihîşte 137 kesan. Ji van 107 tenê li bajarê Humisê bûn, ku di encama topbaranên bi topan û tankan bûn li ser taxa Xalîdiye, Beyade, Baba Emr ê. Obama li ser vê xwînrijîyê daxuyakirin ku, divê êdî ev banyoya xwînê ya hovane raweste.

Desteya giştî ya şoreşa Sûriyê ragihand ku li hemû bajarên Sûriyê di hefteyekê de 755 hatine kuştin, ji aliyekî din ve Serokê Amerîka Barak Obama êrîşên hikûmeta Sûriyê ya dijwar şermezar kir û bi “hemama xwînê” wesf kir.

Serokê Amerîka Obama, di hevdîtina xwe bi Serokwezîrê Îtalya Mario Monti re, got: “Berjewendiyên me hemûyane ku banyoya xwînê ya hovane raweste, em dixwazin bibînin ku desthilat ji hikûmeta niha ku gelê xwe diçewsînê bê guhertin. Kurdî: PukMedia

Advertisements