‘Tirkiye ji bo Wanê Dereng ma’

Nûçexane – Komîsera Mafê Mirovan a Yekitiya Ewropayê Kristalina Georgiva, ragihand ku Tirkiyeyê piştî erdheja Wanê bi awayeke dereng bangî alîkariya navneteweyî kiriye.

Komîsera Mafê Mirovan a Yekitiya Ewropayê Kristalina Georgiva, hate Tirkiyeyê û beriya biçe Wanê ji CNN Turkê re axivî. Geonrgiva, ji ber xeletiyên hikûmeta AKP’ê ya di erheja mezin a li Wanê rû da, rexne li hikûmetê girt û got; “Tirkiyeyê bi awayeke dereng ji bo Wanê banga alîkariya navneteweyî kir û xeletî kir.”

Serokwezîrê Tirk di dema erdhejê de daxwaza alîkariyê ya welatên cîhanê red kiribû û lê piştre dîsa banga alîkariyê li welatên cîhanê kiribû. Kurdî: ANF

Advertisements