Gallery

Xelkê Şengalê Ji Bo Wanê 70 Milyon Dînar Kom Kir

Nûçexane – Piştî derbasbûna 3 mehan a li ser erdheja Wanê re, xelkê başûrê Kurdistanê ji bo şandina arîkariya bo mexdûrên erdhejê berdewam in. Xelkê Şengalê jî arîkariya xizmên qûrbaniyan dikin.

Roja 23 Cotmeha 2011 û 9 Mijdara 2011’an du erdhejên mezin, ya yekem bi pileya 7.2 li bajarê Wanê çêbû. Di encamê de zêdetirî 600 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Ji mexdûrên erdheja Wanê, 50 xêzan hatine komelgeya Şêladizê ya li herêma Amêdiyê.

Berpirsê ragihandina şaxê 18 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Amêdiyê Şandî Şengalî got: ´´Xelkê bajarokê Şengalê zêdetirî 70 milyon dînar komkirine û ji 50 xêzanên Wanê yên ku niha li komelgeya Şêladizêne şandin.´´ PNA

Advertisements