Gallery

Daxuyaniya Rewşenbîr û Siyasetvanên Kurd ya li ser gotinên Bulent Arinç

Nûçexane – Daxuyaniya rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ya li dijî gotinên Cigirê Serokwezîrê Tirkiye Bulend Arinç ku gotibû; ‘Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye’.

Rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd bang li kurdan kirin ku, hînî kurdî bibin, bixwînin û binivîsinin da ku vê helwestê pûç bikin.

Daxuyanî wiha ye:
Cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê (Bülent Arınç) di axaftineke xwe de asasê fikir û siyaseta Komara Turkiyeyê ya li hemberî miletê kurd, bi awayekî gelekî “medenî” diyar kir û da zanîn ku zimanê kurdî ne ew ziman e ku bibe zimanê perwerdeyê ji ber ku ew ne “zimanekî medeniyetê” ye.

Niyeta cîgirê serokwezîrê Turkîyeyê çi dibe bila bibe, ev nijadperestî ye.

Niyeta cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê çi dibe bile bibe ev tezahura fikira kolonyalîzmê ye.

Niyeta cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê çi dibe bila bibe ev diyarkirina fikira efendîtî û koletî ye.

Tiştê ku van gotinan bi rêveberekî Tirkiyeyê dide gotin her ew zihniyet û medeniyeta efendî û dagirkeran e.

Baş e, çima payeberzên rêveberên Tirkiyeyê dikarin bi awayekî gelek hêsanî gotinên weha bibêjin.

Bi qenaeta me sebebê vê helwesta bêperwa du tiştên bingehîn in.

1. Zihniyet, fikir û siyaseta dagirkeran ya li hember miletê kurd e ku me bi kurtî li jor da zanîn.

2. Xemsarî û bêîstiqrariya roşinbîr û sîyasetmedarên kurdan ya ji bo ziman û çanda kurdî ye ku rê li ber bêperwatiya rêveberên Tirkiyeyê xweş dike. Bi gotineke din, gava kurd bi giştî û roşinbîrên wan bi taybetî xwedî li ziman û kultura xwe dernekevin û bi îstîqrar ji bo ziman û çanda xwe pê nedin erdê, rêveberên Tirkiyeyê wek ku heta niha bêdudilî dane zanîn, dê timî bikaribin weha bi zimanê efendîyan biaxifin û miameleya koleyan bi me re bikin.

Eger em nexwazin gotinên weha ji devê kolonyalîstan bibihîzin divê em bi awayekî bi îstiqrar û yekgirtî ji bo ziman û çanda xwe pê bidin erdê û bi rêveberên nijadperest bidin zanîn ku “medeniyeta” wan ji bo me hîç û pûç e!

Kurdino, heke hûn dixwazin nîrê dagirkeran li ser ziman û çanda xwe rabikin:

Li her derê bi hev re bi kurdî biaxifin!

Bi kurdî bifikirin, bixwînin û binivîsin!

Roşnbîr û sîyasetmedarên kurdan, heke hûn di fiîliyatê de ne bi gotinên cîgirê serokwezîrê tirkan re ne, kurdî hîn bibin, kurdî biaxifin û binivîsin!

Di warê zimanî de miletên din xwedî çi heq bin, kurd jî divê xwedî wan heqan bin. Wek miletekî, tayînkerê çarenûsa xwe û zimanê xwe miletê kurd bi xwe ye!

Em bi dengekî bilind dibêjin: Bila her kes vê yekê bizane!

11.02.2012

Abdurrahman Önen
Adem Karakoç
Adnan Özbingöl
Amed Çeko Jiyan
Amed Tîgrîs
Aydin Bingöl
Azad Zal
Bîlal Zîlan
Brusk Solduk
Can Êzîdxelo
Cuma Boynukara
Deniz Gündüz
Dilo Balîn
Dogan Munzuroglu
Ekrem Önen
Emîn Narozî
Ezîz Aliş
Firat Kaya
Haluk Ozturk
Haydar Işık
Hesen Çakir
Hülya Yetişen
Îrfan Kaya
İsmail Beşikçi
J. Îhsan Espar
Kerem Sevinç
M. Alî Kut
Malmîsanij
Mazlum Doğan
Mehmed Dehsiwar
Mehmed S. Uzun
Mehmet Tanriverdi
Mehmûd Al
Mehmûd Kalak
Mehmûd Kîper
Merdan Newayî
Metîn Telek
Mistefa Gomayij
Nadîre G. Aldatmaz
Nedîm Özbingöl
Nezîr Akat
Orhan Zuexpayic
Osman Aytar
Özeyir Al
Paşa Brodrêj
Receb Dildar
Roşan Lezgîn
Saîd Muhlîs Erdem
Sait Aydoğmuş
Salih Agir Qoserî
Saqib Brodrêj
Selim Temo
Serdar Bedirxan
Serdar Roşan
Serhad Bapîr
Seyda Goyan
Seyîdxan Kurij
Sidqî Hirorî
Sidqî Zîlan
Silêmanê Norşînî
Şeyda Asmîn
Şukrî Urgun
Tahîr Balsatan
Tahsin Sever
Têmûrê Xelîl
Wehdet Sîwanij
Weysel Hanyildiz
Wusênê Gestemerde
Xelîl Dihokî
Xurşîd Mîrzengî
Yavuz Maç
Zeyneb Yaş
Zinar Soran
Omer Dilsoz
Mehmed S. Kay

Advertisements