Gallery

Pêla doza KCKê li seranserê Tirkiyê belav bû

Nûçexane – Polîsên dewleta Tirkiyeyê, li bajarên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan, Êlih, Mûş û Dilokê beriya 15’ê sibatê li hemberî saziyên civaka sivîl û endamên BDP’ê operasyon li dar xistin û di encamê de zêdetirî sed kesan hatin desteserkirin.

Operasyonên di bin navê ‘KCK’ de beriya 15ê sibatê û 8’ê adarê gihîştin asteke bilind û di rojekê de nêzîkî 100 kesan hatin binçavkirin. Polîsan li Enqerê dor li navendên KESK, SES û Tum-Bel-Senê girtin û gelek kes girtin bin çavan. Serokê Giştî yê Konfederasyona Kedkarên Giştî (KESK) Îsmail Hakki Tombul got, di operasyonê de 6 rêveberên jin hatine binçavkirin û sedema vê jî astengkirina çalakiyên 8’ê adarê yên ji bo roja jinên cihanê ye.Her wiha hate ragihandin ku di operasyonên li hemberî Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) û Sendikaya Kedkarên Şaredararyê de jî 6 rêveber hatine binçavkirin.

Li Stenbolê pêla binçavkirinê

Hate ragihandin ku, di heman demjimêran de li Stenbolê jî di bin navê ‘operasyona KCK’ê de li hemberî BDPiyan bi beşdarbûna tîmên taybet û polîsan êriş li ser gelek mal û avahiyan hate kirin. Hate ragihandin ku di operasyonan de 10 kes hatine binçavkirin. Di heman demê de li Îzmîrê jî operasyon hatin kirin û li gorî agahiyên despêkê 10 kes hatin binçavkirin.

Li Wanê jî polîsan Cîgira Şaredarê Wanê binçav kirin. Her wiha DIHA’yê ragihand ku li Amedê peyamnêrê wan İsmet Mikailogullari hatiye binçavkirin. Herwiha hate ragihandin ku li Êlihê jî 24 kes, li Dîlok û Mûşê jî gelek kes di operasyonan de hatine binçavkirin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements