Gallery

Berpirsê PDKê serdana Beşîkçî kir

Nûçexane – Berpirsiyarê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK Hêmin Hewramî çû serdana nivîskar û civaknasê Tirk û dostê Kurdan Îsmaîl Beşikçî.

Beşikçî bi germî pêşwaziya şanda PDK ya di bin seroktiya Hewramî de kir û got  ku ev yekemîn care ew pêşwaziya şandeke wiha dike.

Beşikçî her wiha di wê hevdîtinê de bi dirêjî behsa nemir Mistefa Barzanî kir û rola wî di parastina doza Kurd û Kurdistanê de bilind nirxand.

Hêmin Hewramî diyar kir ku ew kar li ser wê yekê dikin ku li başûrê Kurdistanê dibistaneke kurdî bi navê Beşikçî were vekirin.

Hewramî her wiha, Beşikçî dawetî Kurdistanê jî kir. AVESTA KURD

Advertisements